Evîn Goyî li Qendîlê hat veşartin

Cenazeyê Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a li Qendîlê hat veşartin.

Evîn Goyî li Qendîlê hat veşartin
5 ÇILE, 2023   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî) ji Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê wergirtin û birin Mizgefta Ehmed Hecî Elî. Cenaze ji mizgeftê bi karwanê bi sedan wesayîtan birin Şehîdgeha Mehmed Karasûngûr a li Qendîlê.

Bi sedan kes tev li merasîmê bûn. Darbesta Evîn Goyî bi ala PKK’ê hat pêçan. Di meşa heta bi şehîdgehê hat kirin de, ala PKK’ê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.

Gava meş hat kirin û bi pişt re cenaze hat binaxkirin, dirûşmên “Şehîd namirin“ û “Jin jiyan azadî“ hatin berzkirin. Li ser gora Evîn Goyî soza girêdanbûyîna bi şehîdan ve hat dayîn.