​​​​​​​Lêkolîner Huda Riziq: Berjewendiyên aborî sedema nêzîkbûna Şam û Enqereyê ne

Lêkolîner Huda Riziq diyar kir ku aloziya aborî ya Şamê û aloziya siyasî ya Tirkiyê, her wiha berjewndiyên aborî yên her du aliyan sedemên sereke yên nêzîkbûna Şam û Enqereyê ne.

​​​​​​​Lêkolîner Huda Riziq: Berjewendiyên aborî sedema nêzîkbûna Şam û Enqereyê ne
6 ÇILE, 2023   01:47
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Piştî qutbûna ji destpêka aloziya Sûriyê ve, roja çarşema borî 28ʹê Kanûna 2022ʹyan, wezîrên parastinê yên dewleta Tirk, Rûsya û hikumeta Şamê li Moskovê civiyan. Armanca vê hevdîtinê ew bû ku têkiliyên Şam û Enqereyê werin normalîzekirin.

Piştî civînê bi rojekê wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu got: "Wekî pêvajoya duyemîn a nexşerêyê, em plan dikin ku hevdîtinekê bi wezîrên karên derve yên Rûsya û Sûriyê re li dar bixin." Li gorî Çavuşoglu dibe ku civîn di navîna vê Çileyê de pêk bê.

ʹSEDEMÊN LIHEVANÎNÊ ALOZIYÊN HER DU ALIYAN INʹ

Lêkolînera zanistên siyasî û ya kar û barên Tirkiyê û Kurdan Dr. Huda Riziq diyar kir ku ji beriya 6 mehan ve amadekariyên vê civînê dihatin kirin û hevdîtin di navbera îstîxbarata Sûriyê û ya Tirkiyê de hebûn.

Têkildarî armancên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ji van hevdîtinan, Huda Riziq wiha got: "Hikumeta Şamê hewl da hin tawîzan ji Hêzên Sûriya Demokratîk wergire, lê nedikarî. Ji ber vê yekê ez di wê baweriyê de me ku helwesta xwe li hemberî Tirkiye zelal kir ku pêwîstiya wê jî bi hevdîtinê heye, nemaze ku nêzîkî hilbijartinan bûye û mijara penaberên Sûriyê wekî kaxezeke girîng ji bo hilbijartinan dibîne. Opozîsyona Tirkiyê jî amaje bi vê mijarê kir û teqez kir ku li ser vê mjiarê dê têkilî bi Sûriyê re werin avakirin. Ji ber vê yekê Erdogan lezê dide ku beriya hilbijartinan aloziya penaberên Sûriyê bi dawî bike û ya duyemîn jî hewl dide Kurdan ji herêma qaşo ewle dûr bixe."

Lêkolîner Huda Riziq destnîşan kir ku ev hevdîtin ji bo her du aliyan girîng in, nemaze li gel aloziya aborî ya Şamê û got di serî de Tirkiye, pêwîstiya her du aliyan bi lihevkirinê heye.

GUHERTINÊN MEZIN Û LÎSTOKÊN TIRKIYÊ

Huda Riziq bal kişand ser têkiliya guhertinan a bi hevdîtinên Şam û Enqereyê re û wiha domand: "Guhertinên mezin hene. Guhertina mezin şerê Rûsya-Ukraynayê ye ku bandoreke mezin li helwesta Tirkiyê kir. Tirkiye dixwaze rola navbeynkar di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bilîze û hewl dide sûdê ji vê navbeynkariyê bigire, ji ber ku vî şerî zirar da Tirkiyê. Tirkiye dixwaze sûdê ji cihê xwe yê stratejîk bigire da ku vê rolê bilîze. Pêwîstiya Moskovê jî bi Tirkiyê heye. Rûsyayê soz dabû ku di vê mijarê de Tirkiye bibe navenda gazê. Her wiha Moskov têkiliyên bi Tirkiyê re ya ku di rewşeke aborî ya zehmet de ye, qezenc dike û di mijara deynên gazî yên îsal de destûr da Tirkiyê ku dayîna deynan bi paş bixe û bi buhayên kêm gazê bide Tirkiyê. Jixwe Tirkiye derdora 50 milyar dolar ji bo gazê xerc dike. Berjewendiyên aborî roleke mezin di mijara siyasî de lîst û hişt ku Tirkiye helwestên xwe yên berî yên li dijî El Esed û Sûriye biguherîne. Li aliyekî din piştgiriya Amerîkayê ya bi Hêzên Sûriya Demokratîk re hişt ku Erdogan dûrî Amerîkayê girîngiyê bide berjewendiyên xwe."

ROLA ÎRANÊ

Têkildarî rola Îranê ji vê nêzîkbûnê, Huda Riziq wiha got: "Hevdîtina ku beriya çend mehan di navbera Pûtîn, Reîsî û Erdogan de pêk hat, zelal bû û hewldanên her sê aliyan ji bo lihevkirineke li ser mijarên sereke, di nava wan de pirsgirêka Sûriyê, ji bilî hevgirtinên di navbera her sê aliyan de, nîşan dide. Tirkiye endama NAOTʹyê ye û nikare ji Rûsya û Îranê re bibe hevalbendeke stratejîk. Em baş dizanin ku taktîteke dikare ji bo qezenckirina berjewendiyan kar bike. Dibe ku hersê dewlet di mijara Astanayê de hevkar bin, ji ber vê yekê Îran her însiyatîfeke Rûsyayê ya ji bo vegerandina têkiliyên Tirkiyê û Sûriyê dipejirîne."

Lêkolîner Huda Riziq diyar kir ku hikumeta Şamê dixwaze têkiliyên xwe bi derve re vegerîne û rêyên bazirganî yên girîng wekî M4 û M5 veke û got: "Ev jî li gorî berjewendiyên hêzên Astanayê ye, ji ber vê yekê bawer nakim ku Îran dûrî van bûyeran be."

ANHA