​​​​​​​Pêkhateya Ereb li dijî DAIŞ′ê destekê dide QSD′ê

Şênî û şêxên eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destek û piştgiriya xwe ji Operasyona Birûska Cizîrê re anîn ziman û got destekdayîna erka wan a neteweyî û exlaqî ya ji bo garantiya ewlehî û îstîqrara herêmê ye.

​​​​​​​Pêkhateya Ereb li dijî DAIŞ′ê destekê dide QSD′ê
5 ÇILE, 2023   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Kedên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya Operasyona Birûksa Cizîrê ku di 29′ê Kanûnê de ji bo serdegirtina şaneyên DAIŞ′ê li Til Hemîs, Til Birak û Holê dest pê kiriye, dewam dikin.

PÊKHATEYA EREB DESTEKÊ DIDE BIRÛSKA CIZÎRÊ

Têkildarî mijarê, welatiyê bi navê Casim El Xidêr wiha got: "Em pêkhateya Ereb, ji bo têkbirina şaneyên veşartî, destekê didin Operasyona Birûska Cizîrê."

El Xidêr wiha domand: "Ew şane di vê dawiyê de pir tevgerîn, şênî tirsandin, bi taybet li navçeya Holê. Divê hêzên beşdarî operasyonê bûne wan têk bibin."

Her wiha welatiyê bi navê Mehmûd El Elî wiha got: "Destekdayîna Operasyona Birûksa Cizîrê, ji bo dabînkirina îstîqrariya herêmê, erkeke neteweyî û exlaqî ye."

El Elî wiha domand: "divê em bi yek destî ewlehî û îstîqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger bikin û armancên şehîdna pêk bînin."

Basım El Ezîz jî wiha got: "Di vê dawiyê de tevger û çalakiya DAIŞ′ê zêde bûn û sûcên wan jî zêde bûn, bi taybet li dijî kesayetên siyasî û neteweyî. Ji ber wê ev operasyon di cih de bû, da ku ewlehî û îstîqrar pêk bê û şaneyên DAIŞ′ê bi temam werin têkbirin."

DI OPERASYONÊN LI DIJÎ ÇETEYAN DE DESTEKA EŞÎRAN JI QSD′Ê RE

Girêdayî mijarê, şêxê eşîra El Bû Mesre ya li Tebqayê Feysel El Cuma wiha got: "Operasyona Birûska Cizîrê dewama têkoşîna QSD′ê ya têkbirina terorê ye. Kedên QSD′ê pêk tînin li dijî tevahî planên terorîst û dagirkeriyê nasekinin."

El Cuma wiha domand: "Divê hemû welatiyên eşîrên li tevahî herêmêna li kêlek QSD′ê bin û destekê di hemû hemle û lêgirîna terorê û têkbirina wan de bidin."

El Cuma wiha dawî li gotina xwe anî: "Em destekê didin hemû operasyonên ku QSD′ê pêk tînin, jê jî Operasyona Birûska Cizîrê ya li navçeyên Hol û Til Hemîsê. Her wiha em kedên wan ên têkbirina terorê û pêkanîna ewlehî û îstîqrarê pîroz dikin."

Li aliyekî din jî şêx Fehed El Şelaş ku yek ji şêxên êla Benî Seîd a ji Minbicê desteka xwe ji Operasyona Birûska Cizîrê ku QSD′ê ji bo têkbirina şaneyên çeteyên DAIŞ′ê û pêkanîna îstîqrarê daye destpêkirin re, nîşan da.

El Şelaş wiha pê de çû: "Her ku dewleta Tirk a dagirker êrişek li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin, şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ′ê êrişên xwe yên terorane li dijî gelê herêmê pêk tîne û Operasyona Birûksa Cizîrê ku QSD′ê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn da destpêkirin dê ewlehî û îstîqrarê li herêmê vegerîne."

El Şelaş di dawiyê de destek û piştgiriya xwe ji hemû hemle û operasyonên ku QSD′ê ji bo ewlehiya herêmê dide destpêkirin, nû kir.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/e6ctuCfIDeg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2O7XaY3ABWg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>