​​​​​​​Desthilata Başûr rê neda rêxistineke hiqûqî êrişên kîmyewî lêkolîn bike

Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cûma diyar kir desthilata Başûrê Kurdistanê rê nedaye wan ku ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, biçin Herêmên Parastina Medyayê.

​​​​​​​Desthilata Başûr rê neda rêxistineke hiqûqî êrişên kîmyewî lêkolîn bike
6 ÇILE, 2023   03:33
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED SEMÎR

Di çarçoveya operasyonên qirkirina komî de, artêşa Tirk a dagirker di salên 2021-2022`yan de çekên qedexekirî bi taybet çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar anîn û bi vê yekê sûcê şer kir. Ev sûcên hatine kirin bi delîlan ji raya giştî re hatin belgekirin.

Li gorî daxuyaniya HPG`ê, artêşa Tirk a dagirker di 2022`yan de 3 hezar û 280 êrişên kîmyewî birin ser gerîlayan, di encamê de 55 gerîla şehîd bûn.

Di daxuyaniyeke din de HPG`ê nasnameyên 11 gerîlayên ku 5`ê Mijdarê li herêma Zapê bi êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne, eşkere kirin.

Di 27`ê Kanûnê de, HPG`ê banga lêkolînkirinê li saziyên eleqedar kiribû û gotibû: “Em radigihînin ku yên bixwazin bên dikarin werin, yên dixwazin lêkolînê bikin jî em dikarin li gorî derfetan alîkariyê bidin wan.”

Têkildarî mijarê, Evîn Cûma got: “Dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne. Ji bo ku ev yek neyê îsbatkirin, dê rê nedin tu şandeyan ku biçin wir û bikaranîna çekên qedexekirî îsbat bikin.”

Evîn da zanîn ku wan berê hewl daye bi rêyên fermî şandeyên xwe bişînin Başûrê Kurdistanê da ku di mijarên cuda de lêkolînan bikin, lê belê rê nedane wan.

Evîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Naxwazin em bikaranîna wan çekan li cihê bûyerê îsbat bikin, ev çek bi agahiya wan hatine derbaskirin. Hikumeta Iraqê jî rê nade, ji ber ku naxwaze xwe bixe bin barekî giran ku dê nekare bersiva wê bide.”

(cx)

ANHA