​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN A 6-1-2023

​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN A 6-1-2023
5 ÇILE, 2023   23:00

Şênî û şêxên eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destek û piştgiriya xwe ji Operasyona Birûska Cizîrê re anîn ziman û got destekdayîna erka wan a neteweyî û exlaqî ya ji bo garantiya ewlehî û îstîqrara herêmê ye. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

10 sal di ser komkujiya yekemîn a Parîsê re derbas bûn û israra dewleta Tirk a dagirker a qirkirina gelê Kurd didome. Dewleta Tirk ji bo ku vê armancê pêk bîne, serî li hemû rêbazan dide. Di vê çarçoveyê de çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar tîne, pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike hedef û hewl dide xîtaba nîjadperestiyê li hemberî Kurdan zêde bike.(Bİ WÊNE)

Bi dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê re xetereya nexweşiyê ya li ser zêdetirî 25 hezar zarokên koçber û yên xwecihên kantona Şehbayê, zêdetir bû. Pirsporên tenduristiyê dibêjin ev yek nîşaneya rûdana karesateke mirovî dide. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cûma diyar kir desthilata Başûrê Kurdistanê rê nedaye wan ku ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, biçin Herêmên Parastina Medyayê. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bikaranîna çekên kîmawî li dijî gerîla ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û bang  li rêxistinên têkildarî qedexekirina çekên kîmawî qedexe kir ku berê xwe bidin Herêmên Parastinê yên Medyayê. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Şilêr a Parastina Zarokan, dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê şermezar kir ku di encamê de 2 zarok jiyana xwe ji dest da. Her wiha komîteyê bang li aliyên hiqûqî kir ku li gorî rêgezên mirovî bixebitin û zarokan ji dorpêçê xilas bikin. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolîner Huda Riziq diyar kir ku aloziya aborî ya Şamê û aloziya siyasî ya Tirkiyê, her wiha berjewndiyên aborî yên her du aliyan sedemên sereke yên nêzîkbûna Şam û Enqereyê ne. (Bİ WÊNE)

JIN

Endama Koordînesyona Kongra Star Rîhan Loqo êrişa dewleta Tirk şermezar kir ku di encamê de dayika 5 zarokan şehîd bû û destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk rê li ber têkoşîna tevgerên jinan nagire. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê ji bo ku qerebalixa li ser nexweşxaneya Nîştimanî 1sivik bike û qada tenduristiyê ya herêmê pêş bixe, dest bi avakirina yekemîn nexweşxaneya zarokbûnê ya li Tebqayê kir. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

ANHA