​​​​​​​Li Qamişloyê pêşangeha wêneyên zarokên Efrîn û Şehbayê

Komeleya Efrîn a Civakî bi hevkariya bi MSD′ê re pêşangeheke wêneyên zarokên Efrînê û Şehbayê vekir. Ew pêşangeh wek nîşaneya piştgirî û geşkirina behreyan hate vekirin.

​​​​​​​Li Qamişloyê pêşangeha wêneyên zarokên Efrîn û Şehbayê
​​​​​​​Li Qamişloyê pêşangeha wêneyên zarokên Efrîn û Şehbayê
​​​​​​​Li Qamişloyê pêşangeha wêneyên zarokên Efrîn û Şehbayê
​​​​​​​Li Qamişloyê pêşangeha wêneyên zarokên Efrîn û Şehbayê
​​​​​​​Li Qamişloyê pêşangeha wêneyên zarokên Efrîn û Şehbayê
​​​​​​​Li Qamişloyê pêşangeha wêneyên zarokên Efrîn û Şehbayê
​​​​​​​Li Qamişloyê pêşangeha wêneyên zarokên Efrîn û Şehbayê
​​​​​​​Li Qamişloyê pêşangeha wêneyên zarokên Efrîn û Şehbayê
​​​​​​​Li Qamişloyê pêşangeha wêneyên zarokên Efrîn û Şehbayê
5 ÇILE, 2023   20:39
QAMIŞLO

Bi beşdariya şêniyên Efrînê, endamên Komeleya Efrîn a Civakî, pêşangeha wêneyên zarokên Efrîn û Şehbayê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê hate vekirin. Ew yek bi armanca geşekirina behreyên wan pêk hat.

Piştî vekirinê, şênî li nava pêşangehê gerîn. Di pêşangehê de 100 tabloyên curbecur hebûn; wêneyên bi rengê darî û avî.

Zarokan di wêneyên xwe re êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê, birîndarî, şehîd û wêraniya ji ber balafir û tankên dagirkeriyê dan pêş. Her wiha di hin tabloyan de kevenşopiyên Efrînê ji cil û rêûresman û darên zeytûnê ku nîşaneya aştiyê ye hatin pêşandan.

Tê payîn pêşangeh 3 rojan dewam bike.

(fr)

ANHA