Komîteya Şilêr banga xilaskirina zarokan ji dorpêça hikumeta Şamê kir

Komîteya Şilêr a Parastina Zarokan, dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê şermezar kir ku di encamê de 2 zarok jiyana xwe ji dest da. Her wiha komîteyê bang li aliyên hiqûqî kir ku li gorî rêgezên mirovî bixebitin û zarokan ji dorpêçê xilas bikin.

Komîteya Şilêr banga xilaskirina zarokan ji dorpêça hikumeta Şamê kir
6 ÇILE, 2023   05:50
QAMIŞLO - XALID ETÊ

Li gel ku hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê ferz dike û nahêle sotemenî, pêdiviyên sereke û derman derbasî wan herêman bibin, azar û êşên şêniyan zêdetir dibin.

Vê dawiyê li taxa Şêxmeqsûd a dorpêçkirî 2 zarokan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da; Wîsam Fewzî Seydo yê 4 salî û pitikê bi navê Hisên Ebdullah Kîbar ê 17 rojî.

Li hember dorpêçê, gelek sazî û aliyên têkildarî mafên zarokan, bertek nîşan da. Pê ve girêdayî endama rêveberiya Komîteya Şilêr a Parastina Zarokan Cûlya Xelo dorpêça li ser her du taxan û kantona Şehbayê wek sûcekî mezin wesifand.

Cûlya wiha axivî: “Ji ber dorpêçê zarok û her kes ji pêdiviyên sereke yên jiyanê mîna derman, xwarin û sotemeniyê germkirinê mehrûm man. Di encamê de Wîsam Seydo jiyana xwe ji dest da. Ji ber van siyasetan zarok dibin qurbanî.”

‘DIVÊ LI GORÎ RÊGEZÊN MIROVÎ Û WIJDANÎ BIXEBITIN’

Cûlya di dawiyê de got: “Ev ne cara yekê ye ku li zarok û niştecihên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û kantona Şehbayê dorpêçeke wiha tê ferzkirin. Mixabin, hêzên navneteweyî û herêmî bê deng in. Ji ber wê divê hemû rêxistin û aliyên têkildarî ji bêdengiya xwe derkevin. Xwedî helwestên cidî bin û bi wijdan bin da ku vê dorpêçê bi dawî bikin, zarok û welatiyên dorpêçkirî xilas bikin.”

(şx)

ANHA