​​​​​​​Meclisa Edaleta Jin a Firatê civîna xwe ya salane li dar xist

Meclisa Edaleta Jin a herêma Firatê di civîna xwe ya salane de gelek giliyên ji komîteyên lihevanîn û Mala Jin a herêma Firatê re hatine, eşkere kirin.

​​​​​​​Meclisa Edaleta Jin a Firatê civîna xwe ya salane li dar xist
5 ÇILE, 2023   15:04
KOBANÊ

Meclisa Edaleta Jin a herêma Firatê civîna xwe ya salane li hola lihevanînê ya Kobanê bi beşdariya endamên rêveber ên Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Qanûnsaz û Meclisa Edaleta Jin li dar xist.

Di civînê de endama rêveber a Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Foziyê Ebdî axivî û îşaret bi komployên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, kir.

Foziyê wiha got: "Hemû hêzên navneteweyî yên di dosyaya Sûriyê de aktîf in ne xema berjewendiyên wê ne, ger na wê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bisekinya. Herêmê di qonaxeke çarenûsî re derbas dibe û pêdiviya wê bi hişyariyê li hember planên dijmin bi hevgirtinê heye."

Dûre rapora salane ya Meclisa Edaleta Jin a herêma Firatê hate xwendin. Di raporê de gelek giliyên ji komîteyên lihevanînê ya jin û Meclisa Edaleta Jin a herêma Firatê re hatine hebûn. 184 gilî hatin, ji wan 128 hatin çareserkirin. Li gorî Mala Jin 498 gilî hatin û jê 206 hatin çareserkirin.

Meclisa Edaleta Jin li bajarok û navçeyên herêma Firatê 80 semîner dan, tê de mijarên curbecur, mîna têkbirina tundiya li dijî jinê hatin nîqaşkirin.

/ar/uploads/files/2023/01/05/141606_mjls-adalh-almrah-fy-iqlym-alfrat-yaqd-ajtmaah-alsnwy-28129.webp

Têkildarî planên pêşerojê yên meclisê, endama rêveber a Meclisa Edaleta Jin a herêma Firatê Sultane Hemê wiha axivî: "Me, ji bo zulma li dijî jinê û rizgarkirina wê ji zihniyeta tarî û şikandina kevneşopiyan bernameyek daniye pêş xwe."

(fr)

ANHA