​​​​​​​Di roja 8′an de Operasyona Birûska Cizîrê li Holê û kampê Holê dewam dike

QSD′ê diyar kir ku wan 2 sûcdar li rojhilatê Hesekê girtin û hêzên ewlehiyê yên beşdarî Operasyona Birûska Cizîrê bûne 8 çete li kampa Holê girtin.

​​​​​​​Di roja 8′an de Operasyona Birûska Cizîrê li Holê û kampê Holê dewam dike
5 ÇILE, 2023   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navneda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî rêveçûna Operasyona Birûska Cizîrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Di roja 8′an de hêzên hevbeş ên beşdarî Operasyona Birûska Cizîrê bûne operasyonên serdegirtin û lêgerîna li şaneyên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst bûne zêde kirin û sazûmaniya wê ya rêxistinî û şaneyên veşartî wêran kir.

Piştî Til Hemîs, Til Birak û Holê, hêzan vê sibehê lêgerîna li çeteyan li gundên bakurê rojhilatê Holê û gundewarên rojhilatê Hesekê li derdora çiyayê Kewkeb da destpêkirin. Ji ber di demên borî de şaneyên terorîst ku sûc li dijî şêniyan kiribûn, li wan deran tev digerîn.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên beşdarî operasyonê bûne, bi ser veşartgehên endamên rêxistina terorîst ên li kampa Holê de, piştî wergirtina agahiyan, girt. Di encamê de hêzan 8 çeteyên ji şaneyên veşartî yên li kampê re kar dikirin, girtin.

Hêzên hevbeş, hemleya lêgerîn li 23 gund û mezreyên rojhilatê Hesekê pêk anîn, her wiha bi ser cihên çeteyên ku di demên berê de hewl da gefan li şêniyan bixin û ewlehiyê têk bibin, girt û 2 kesên destên wan di operasyonên krîmîlîzakirinê de hene, girtin.

Her wiha hêzan çek û cilên leşkerî, gelek belgeyên sexte ku şaneyên terorîst ji bo nenasbûna kesayetên xwe û veşartina li ber çavên hêzên ewlehiyê bi kar dianîn, girtin.

Hêzên me amadekariya xwe di dan û standina bi rewşên ewlehî re îsbat kir û gelek êrişên terorîst ên muhtemel têk birin û dê operasyonên xwe ji bo parastina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, garantiya ewlehî û îstîqrarê li hember tevahî astengiyan dewam bikin."

(fr)