Li Heleb û Hesekê şehîdên Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê hatin bîranîn

Şêniyên Til Temir a Hesekê û şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîdên Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê bi bîr anîn û soza xwe ya şopandina rêça wan heta pêkanîna aştî û edaletê ji gelê herêmê re nû kir.

Li Heleb û Hesekê şehîdên Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê hatin bîranîn
Li Heleb û Hesekê şehîdên Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê hatin bîranîn
Li Heleb û Hesekê şehîdên Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê hatin bîranîn
Li Heleb û Hesekê şehîdên Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê hatin bîranîn
Li Heleb û Hesekê şehîdên Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê hatin bîranîn
Li Heleb û Hesekê şehîdên Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê hatin bîranîn
Li Heleb û Hesekê şehîdên Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê hatin bîranîn
Li Heleb û Hesekê şehîdên Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê hatin bîranîn
Li Heleb û Hesekê şehîdên Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê hatin bîranîn
5 ÇILE, 2023   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîkbûna salvegera 10′an a Komkujiya Yekem a Parîsê re ku di 9′ê Çileya 2013′yan li dijî her ‎sê çalakgerên Kurd Seknîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz, Kongra Star li Hesekê û ‎Helebê çalakiyên bîranîna her sê şehîdan û şehîd Evîn Goyî ku di 23′yê Kanûnê de tevî du ‎têkoşerên Kurd li Parîsê şehîd bûbûn, li dar xist.‎

HESEKÊ

Li Hesekê, li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Tê de şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî amade bûn.

Di merasîmê de, endama rêveber a Kongra Star a Hesekê Hêvîdar Herekol axivî û têkoşîna her sê şoreşgeran Sekîne Cansiz û hevrêyên wê bi bîr anî.

Hêvîdar di şexsê şehîd Sekîne Cansiz û hevrêyên wê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: "Divê em hevrê Evîn Goyî ku di 23′ê Kanûnê de li Parîsê bi destê MÎT′a Tirk şehîd bûye, ji bîr nekin. Ew ji pêşengên berxwedana Rojava bû."

Merasîm bi pêşandana sînevîzyonekê li ser têkoşîna her sê şoreşgeran bi dawî bû.

HELEB

Li Helebê bi dehan mêrên ku perwerde ji hêla Kongra Star ve dîtine beşdarî merasîma bîranîna şehîdan bûn. Merasîm li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hate lidarxistin.

Merasîm bi sînevîzyonekê li ser dîroka artêşbûna jinê hate destpêkirin.

Dûre endama rêveber a Kongre Star Sebîhe Efrîn axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Sebîhe bal kişand ser rola jinê ya girîng di damezrandina tevgera azadiya Kurdistanê û fedekariyên di tevgerê de dane.

Merasîm bi diruşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û" Bê serokê jiyan nabe" bi dawî bû.

(fr)

ANHA