​​​​​​​Komîteya Hundirîn a Reqayê qedexeya derketinê ya beşî li bajêr û gundewar bi dawî kir

Komîteya Hundirîn a Reqayê bidawîbûna qedexeya derketina derve ya beşî ya li ser bajêr û gundewarê wê ragihand.

​​​​​​​Komîteya Hundirîn a Reqayê qedexeya derketinê ya beşî li bajêr û gundewar bi dawî kir
5 ÇILE, 2023   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî sepandina ewlehiyê li bajêr, Komîteya Hundirîn a Reqayê îro bi biryareke qedexeya derketina derve ya beşî bi dawî kir ku piştî êrişa çeteyên DAIŞ`ê li dijî navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajêr, ferz kiribû.

Komîteyê di 26`ê Kanûna borî de piştî çend saetan li ser êrişê qedexeya derketina derve ya giştî ragihandibû û paşê di 30`yê heman mehê de qedexeya derketinê ya beşî ragihand.

(şx)

ANHA