​​​​​​​2 şervanên QSD’ê di êrişa artêşa Tirk de birîndar bûn

QSD’ê da zanîn ku duh balafireke bêmirov a artêşa dewleta Tirk a dagirker êrişî gundekî Hesekê kiriye û di êrişê de 2 şervanên wan ên bi îcaze bûn, birîndar bûne.

​​​​​​​2 şervanên QSD’ê di êrişa artêşa Tirk de birîndar bûn
4 ÇILE, 2023   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe daxuyaniyek da.

QSD’ê da zanîn ku duh saet di 15:25’an de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker, li gundê Til Tewil ê Hesekê, maleke welatiyan kir hedef.

QSD’ê diyar kir ku di encama vê êrişê de 2 şervanên wan ên di îcazeyê de bûn, birîndar bûne.