Li Eyn Îsayê pêşengeha pirtûkên Rêber Ocalan

Kongra Star li navçeya Eyn Îsayê pêşeneha pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan vekir.

Li Eyn Îsayê pêşengeha pirtûkên Rêber Ocalan
Li Eyn Îsayê pêşengeha pirtûkên Rêber Ocalan
Li Eyn Îsayê pêşengeha pirtûkên Rêber Ocalan
Li Eyn Îsayê pêşengeha pirtûkên Rêber Ocalan
Li Eyn Îsayê pêşengeha pirtûkên Rêber Ocalan
4 ÇILE, 2023   11:46
EYN ÎSA

Bi dehan jinên navçeya Eyn Îsayê, xebatkarên sazî û komîteyên Meclisa Kantona Girê Spî beşdarî pêşangehê bûn. Tê payîn ku pêşangeh di saetên ber êvarê de bi dawî bibe.

Di pêşangehê de bi dehan pirtûk û parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan mîna Parastina Gelekî, Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk, Jinolojî û hwd hatin pêşandan.

Endama Kongra Star Îde El Ehmed li ser girîngiya pêşangehê wiha axivî: "Fikr û felsefeya Rêber Ocalan di nava gelê me de têgihîştin û fikira demokratîk belav kir, feraseta qewîn ji bo mayîndekirina hevjiyana aştiyane di nava ferdên civakê de ava kir.”

Îde bal kişand ser hin pirûkên Rêber Abdullah Ocalan ên taybet bi jinan û destnîşan kir ku jin danî cihê ku heq dike, ew kir pêşengek aktîv û qeydên malê, urf û adetên li ser esasê zihniyeta baviksalar, paşguhkirina jinan û rola wan hatine avakirin, şikandin.

ANHA