​​​​​​​Zarokên koçber daxwaza parastina mafê jiyana ewle kir

Zarokên Efrînê yên li Şehbayê dimînin dorpêç û êrişên li ser herêmê şermezar kirin û daxwaz kirin ku UNICEF erka xwe li hember zarokan bîne cih û mafê jiyanek ewle misoger bike.

​​​​​​​Zarokên koçber daxwaza parastina mafê jiyana ewle kir
4 ÇILE, 2023   12:00
ŞEHBA

Bi dehan zarokên koçber li Kampa Berxwedan a li kantona Şehbayê kom bûn û têkildarî dorpêça li ser herêmê û êrişên ku tê de zarok dibin hedef, daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dorpêça li ser herêmê hatiye danîn, bandor li derûnî û tenduristiya zarokan kiriye û bûye sedem ku zarok ji mafê perwerdeyê bêpar bimînin.

Bal hat kişandin ku di mehekê de ji ber sermayê du zarokan jiyana xwe ji dest da.

Zarokan bang li UNICEF`ê kir erka xwe ya li hember zarokan bîne cih û mafê jiyanek ewle û bi tendurist misoger bike.

ANHA