Operasyona Birûska Cizîrê: Di 6 rojan de 139 çete hatin girtin

Di Operasyona Birûska Cizîrê de li Hol, Til Berak û Til Hemîsê di nava 6 rojan de 139 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê hatin girtin û gelek kesên gumanbar jî hatin destgîrkirin.

Operasyona Birûska Cizîrê: Di 6 rojan de 139 çete hatin girtin
4 ÇILE, 2023   11:07
HESEKÊ

QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li Hol, Til Berak û Til Hemîsê Operasyona Birûska Cizîrê di 29`ê Kanûna 2022’yan de da destpêkirin. Şervanên QSD û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi baldariyeke mezin li dû şaneyên çeteyan ketine û mal bi mal şaneyên ku xwe di nava şêniyan de veşartine, digirin.

Di nava 6 rojan de hêzên operasyonê bi dehan çeteyên şaneyên DAIŞ`ê girtine û kesên ku guman li ser wan hene, hatine destgîrkirin. Lêpirsîne gumanbaran didome.

Li gorî bîlançoya ku QSD`ê ragihandiye;

* QSD′ê da zanîn ku di roja duyemîn a Operasyona Birûska Cizîrê de ku li herêmên Hol û Til Hemîsê da destpêkirin, 52 çeteyên DAIŞ′ê hatin girtin.

Di roja duyem de hêzên operasyonê ji 9 aliyan ve operasyon da destpêkirin û şaneyên hewl dida birevin, neçarî radestbûnê kirin.

* Di roja 3`yan de hêzên operasyonê li gundewarên li rojavayê Til Hemîsê 32 çete girtin, 3 çeteyan ji wan di demên dawîn de bi xebatên şopandinê yên DAIŞ`ê radibûn û navên wan di lîsteya çeteyan de ye ku ji bo edaletê tên xwestin.

* Di roja 4`an de hêzên operasyonê 40 çete girtin, di nav de yên ku operasyonên terorîst bi rê ve dibirin, yên ku karên tevlêkirina çeteyan û biçekkirina wan dikirin, her wiha yên desteka lojîstîk û cebilxane pêşkêşî şaneyên terorîst dikirin, hebûn.

* Di roja 5`an de, di encama operasyonên lêgerînê de li gundê Simêha yê li rojavayê Til Birakê û gundê Ete yê li rojavayê bajarok de, 3 kesên ku gumana piştgiriya lojîstîk ji şaneyên DAIŞ`ê re li ser heye, hatin girtin û ketin lêpirsînê. Li bajarokê Holê jî, hêzên operasyonê girt ser cihên veşartinê û malên ku şaneyên DAIŞ’ê û hevkarên wan xwe tê de vedişart. 11 çete û kesên biguman di dozên cuda de û di nav de hevkarên revandina malbatên DAIŞ`iyan ji kampa Holê û piştgiriya lojîstîk ji wan re, hatin girtin.

*Di roja 6`an de qada operasyonê berfireh bû û herêmên sînorê Sûriye-Iraqê girt nav xwe. Di vê çaroveyê de li qada bejahî, li gundewarên rojhilat ên bajarokê Holê zêdetirî 63 kîlometre ji aliyê hêzên operasyonê ve hate paqijkirin. Hêzên operasyonê girt ser baregehan û 3 kesên ku gumana girêdana bi şaneyên DAIŞ’ê ve li ser heye, girtin û ketin lêpirsînê.

Her wiha 4 kes jî hatin girtin ku destê wan di kiryarên sûc ên wekî revandin, talankirin û şantajkirina şêniyên herêmên başûr û rojhilatê Hesekê de hene. Van kesan xwe li herêma Holê vedişart.

Operasyon di roja xwe ya 7`an de bi baldarî didome.

ANHA