​​​​​​​Şêniyên Minbicê Newres Mûsa El Hemod oxir kir

Şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê QSD′ê Newres Mûsa El Hemod ku di dema li ser erka xwe ya leşkerî de şehîd bûbû li goristana şehîdan spart axê.

4 ÇILE, 2023   14:48
MINBIC

Di merasîma oxirkirinê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û saziyên girêdayî wê, nûnerên ji partiyên siyasî, Meclisa Leşkerî ya Minbic û saziyên taybet bi jinan amade bûn.

Karwana şehîd ji Nexweşxaneya Firatê ber bi goristana şehîdan a li aliyê rojavayê bajêr ve dest pê kir.

Li goristanê, endamê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Bozan Kobanê axivî û wiha got: "Di dema dawî de dewletên dijber, di serî de dewleta Tirk tevahî rêbaz û zext li dijî gelên herêmê pêk anîn. Lê di şikandina vîna gelan de bi bin ketin. Gelê me bi saya şehîdan ji berê bi hêztir e û em ji çi rewşeke awarte re amade ne."

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Ezo wiha got: "Em hemû şehîdên di oxira axa welat de canê xwe dane silav dikin. Rojane em di oxira welatê me bi ewle û îstîqrar be de şehîdan didin."

Fatme soz da şehîdan ku ew ê mîrasa wan biparêzin û li ser şopa wan bin.

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê HPC′ê Elî El Cimêlî li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê axivî û wiha got: "Ji mafê me ye ku em serê xwe bi şehîdên xwe bilind bikin, ji ber di oxira em bi aştî û ewle bijîn de canê xwe da. Em ji kesên hewl didin me têk birin re dibêjin çer ku vî gelî ev leheng anîne, hûn nikarin me têk bibin."

Di dawiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Ebû Îdo wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(fr)

ANHA