Li Hesekê şehîd Hele Ebû Rasên bi merasîmekê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên kantona Hesekê cenazeyê şervana YPJ`ê Ebîr Hemîd ku dema erka xwe pêk dianî li herêma Firatê gihîşt şehadetê, oxir kir.

Li Hesekê şehîd Hele Ebû Rasên bi merasîmekê hat oxirkirin
4 ÇILE, 2023   11:13
 HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û navçeya Zirganê beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyê şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ebîr Hemîd (Hele Ebû Rasên) bû, ku di destpêka Çileyê de dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî li herêma Firatê gihîşt asta şehadetê.

Merasîma oxirkirinê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê hat lidarxistin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Beraa Sîno axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kir ku armanca şerê berdewam ê dijî herêmê, têkbirina îradeya gel û hêzên leşkerî ye û parçekirina pêkhateyan e. Beraa soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya herêma Cizîrê Sozê Qamişlo jî li ser navê YPJ`ê axivî. Sozê di şexsê şehîd Hele Ebû Rasên de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Her kes dizane ku em di pêvajoyek hesas û girîng re derbas dibin. Em di van rojan de dîrokê dinivîsin. Dê sala 2023`yan bibe sala serkeftina gel û hêzên me.”

Sozê Qamişlo diyar kir ku şehadet tiştekî bi êş e, lê belê şehîdan ji bo azadiya welat canê xwe feda kir, ev jî cihê serbilindiyê ye.

Piştî axaftin bi dawî bû, wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Piştre, di nava tilîliyê dayikan û dirûşmeyên “şehîd namirin” de cenazeyê şehîd hat veşartin.

ANHA