Rojnameyên erebî bal kişand ser ‘başkirina nirxê lîreyê Sûriyê’

Rojnameyên erebî yên vê sibehê têkildarî rewşa aborî û jiyanî ya xirab a li herêmên hikumeta Şamê, rewşa Tirkiyê û aloziya li Lîbyayê nivîsî.

Rojnameyên erebî bal kişand ser ‘başkirina nirxê lîreyê Sûriyê’
4 ÇILE, 2023   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BAŞBÛNA NIRXÊ LÎREYA SÛRIYÊ BUHAYÊ KEL Û PELAN KÊM NAKE’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Niştecihên Şamê henekên xwe bi başkirina nirxê lîreyê Sûriyê li sûka reş li hember dolar kir û ew yek wek propaganda bi nav kir. Ji ber ku buhayên madeyên sereke û xwarinê danexist.

Di 2 rojên dawîn de li herêmên rejîma Sûriyê, li gorî hin aliyên çavdêriya sûka reş dikin û sûriyeyî wan dişopînin, nirxê lîreya Sûriyê hinekî baş bû. Duh li Şamê nirxê lîre li hember dolar bû 6350. Dawiya sala borî nirxê wê daketibû û gihaştibû 7300 lîreyê li hember dolar. Ev cara yekê bû ku lîreyê Sûriyê ew qas nirxê xwe ji dest dide anku nêzî 140 qatî ji nirxê wê yê di sala 2011`an de daketibû. Ev yek hemwextî kûrbûna aloziya sotmeniyê û kehrebeyê û nedîtina çareseriyan ji aliyê hikumetê ve pêk tê.

Xebatkarên sûka pereyan ji rojnameyê re diyar kir ku nirxên heyî li ser ekranan bi rengekî ne, lê belê di pratîkê de bi rengekî din e û destnîşan kir ku tu kes li sûkan li gorî nirxê di ekranê de xuya dike, dan û standinê nake.

Di sala borî de, lîreyê Sûriyê zêdetirî ji sedî 50 nirxê xwe ji dest da û di destpêka salê de li hember dolar bû nêzî 3500 lîre û di dawiya salê de jî li hember dolar gihaşt 7300 lîreyî.

Hin dezgehên çapemeniyê yên hikumetê û yên nêzî rejîmê ev başbûna nirxê lîreyê pîroz kir û wek destkeftiyekê li gorî rewşa welatên cîran, bi nav kir. Lê belê welatiyan henekên xwe bi vê yekê kir. Welatiyekî li sûka sebzeyan a li başûrê Şamê ji rojnameyê re got: “Dema ku dolar bû zêdetirî 7 hezarî, hemû firoşkaran buhayên kel û pelan li gorî nirxê dolar bilind kir. Lê ruxmî ku nirxê dolar niha daketiye jî, buhayê madeyên xwarinê hîna wekî xwe ye. Lîtreya zeyta gulberojkan bi 20 hezarî ye, kîloya şekir bi zêdetirî 7500 lîreyî ye. Heman kesî got: “Xema malbatan daketina buhayan e. Heke buha danekevin, başbûna di rewşa lîre de wekî henekan e û tenê di çapemeniyê de propagandaya wê tê kirin.”

Li gel daketina nirxê lîre li sûka reş a herêmên rejîmê, buhayê kel û pelan pir bilind bû û buhayê piraniya madeyan zêdetirî ji sedî 40 biha bû. Vê yekê hişt rewşa jiyanî ya piraniya welatiyên xizan pir xirab bibe. Nexasim ku li saziyên hikumetê mûçeyên karmendan mehane 150 hezar derbas nake. Di demekê de ku pêwîstiya malbatên ji 3 kesan pêk tên, mehane bi nêzî milyon û nîvek lîreyê Sûriyê heye.”

‘LI PIŞT BIRYARA ERDOGAN A ZÊDEKIRINA MÛÇEYÊN KARMENDAN HESABÊN HILBIJARTINÊ HEYE’

Rojnameya El Ereb jî têkildarî rewşa Tirkiyê nivîsî: “Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku dê mûçeyên karmendên dewletê û yên malnişîn ji sedî 25 bilind bike.

Serokkomarê Tirkiyê dizane ku aborî û rewşa jiyanî li Tirkiyê dê di diyarkirina encamên hilbijartinên Hezîrana bê de rolek sereke bilîze.

Çavdêrên Tirk dibêjin ku Erdogan di mehên beriya hilbijartinê de dê hewl bide hin tedbîran ji bo gel bigire, xwe nêzî Tirkan bike û wan bi aliyê xwe de bikişîne. Heta ku eger ew tedbîr ne li gorî rewşa aborî ya li welat bin, dibe ku aloziyê kûrtir bikin.

Çavdêr dibêjin pêwîst e li Tirkiyê hin sererastkirin pêk werin da ku aloziya li welat bi dawî bibe, lê berovajî wê yekê Erdogan bi zêdekirina mûçeyên karmendan û malnişînan berjewendiya xwe û partiya xwe di ser her tiştî re digire.

Erdogan bi vê yekê hêvî dike ku di hilbijartinan de wîlayeteke nû ya serokatiyê bi dest bixe, partiya wî bikare destkeftiyên xwe di parlamentoyê de biparêze. Lê belê li gorî anketan, meyla Tirkan ber bi muxalfetê ve ye û li kesayeteke nû ji bo serokatiya welat digerin, piştî ku serokê heyî nekarî rewşa wan ya jiyanî baş bike.”

‘JI BO BIDAWÎKIRINA PARÇEBÛNÊ, LÎBYA SERÎ LI LIHEVHATINAN DIDE’

Têkildarî rojeva Lîbyayê jî rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Ji yekşema bê ve û heta 5 rojan, li paytexta Lîbyayê Terablusê dê civîna amadekar a kongreya lihevhatinê ya nîştimanî li dar bikeve.

Meclisa Serokatiyê teqezî bi pêwîstiya bilezkirina aliyên beşdar di xebatên siyasî de ku nûnerên xwe ji bo civînê diyar bikin ku ji 2011`an ve ev cara yekemîn e civîneke wiha li dar dikeve.

Dê hêzên siyasî û civakî bi rêya komîteyên pirspor biryar û perspektîfên xwe têkildarî lihevhatinê deynin. Piştre dê peymaneke nîştimanî ya giştî îmze bikin ku hemû aliyan pabendî yekitiya welêt û serdestiya dewleta Lîbyayê bike, rêzê ji qanûnê re bigirin û bi awayekî aştiyane bikevin pêşbirka li ser desthilatê, xwedî li vebijêrkên demokratîk, pirreng û duristiyê derkevin û ji zimanê rikeberiyê dûr bikevin.

Berdevka Meclisa Serokatiyê Necwa Wehîbe diyar kir ku meclis li gorî nêrîneke stratejîk, dosyaya lihevhatinê bi rê ve dibe û destnîşan kir ku tenê bi beşdariya hemû aliyan, xeta lihevhatinê dê bi ser bikeve.

Têkildarî beşdarbûna aliyên siyasî û civakê û rêxistinên civaka navxweyî, Necwa Wehîbe eşkere kir ku bi rêya serokkomarê Kongo-Brazzaville Denis Sassou Nguesso ku serokê Komîteya Afrîkayê ya payebilind a têkildarî dosyaya Lîbyayê ye, kurê serokê Lîbyayê yê berê Muemer Qedafî ji bo lihevhatinê hatiye vexwendin. Wehîbe eşkere kir ku dê nûnerên Tevgera El Qedafî bi rêya komîteyan beşdarî lihevhatinê bibin.

Meclisa Serokatiyê teqezî bi lihevhatinê kir ku projeyeke civakî ye û ne tenê berjewendiyeke siyasî yan jî aborî ye û bi beşdariya hêzên herêmî ye.

Li gorî serokê meclisê Mihemed El Menfî ku soz da ev proje li ser bingehên saxlem be da ku ewlehiya welêt dabîn bike û di encamê de hilbijartin li dar bikevin, destnîşan kir ku ev proje, projeyeke nîştimanî ye, ne demkî ye, pêwîstiya wê bi demê heye heta ku encamên erênî bên bidestxistin.

El Menfî got pêkanîna lihevhatina nîştimanî li Lîbyayê, vexwendina hemû aliyên siyasî û pêkhateyên civakî ku tev li vê projeyê bibin, yek ji xebatên pêşîn ên armancên Meclisa Serokatiyê ye ku bi temamî pê bawer dike.”