DYA li dijî nêzîkbûna Şam-Enqereyê ye

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker amadekariya pêkanîna hevdîtinên di asta siyasî de bi hikumeta Şamê re bi navbeynkariya Rûsyayê dike, berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Ned Price got dema niha ji bo normalîzekirina bi hikumeta Şamê re ne guncaw e.

DYA li dijî nêzîkbûna Şam-Enqereyê ye
4 ÇILE, 2023   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora El Hura ya DYA’yê, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) roja sêşemê têkildarî nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker bi hikumeta Şamê re, got Washington piştgiriyê nade “ji nû ve amadekirina dîktatorê hovane Beşar Esed”.

Berdevkê wezaretê Ned Price got: “Washingtonê ji hemû hevalbend û şirîkên xwe re ragihand ku dema niha ji bo normalîzekirin an jî başkirina têkiliyên bi rejîma Sûriyê re ne guncaw e.”

Price daxwaz kir ku “sicîla mafên mirovan a rejîma Esed a 12 salan li ber çavan bigirin ku binpêkirinan li dijî gelê Sûriyê dewam dike, nahêle alîkariyên mirovî derbas bibin û gelê Sûriyê ji 12 salan ve azaran dikişîne.”

Ned Price diyar kir ku Washington piştgiriyê dide xebatên bi hevalbend, şirîk û NY`ê re ji bo mîsogerkirina çareseriyeke siyasî ya mayînde ji pirsgirêka Sûriyê re.

(cx)