​​​​​​​‘Civîna sêalî ne rewa ye, hêviyên sûriyan temsîl nake'

Rewşenbîrên li Tebqayê civîna sêalî ya di navbera wezîrên parastina yên dewleta Tirk a dagirker, Sûriye û Rûsyayê de şermezar kir û destnîşan kir ku ew lihevkirinên bêyî hebûna nûnerên gelê Sûriyê red dikin.

​​​​​​​‘Civîna sêalî ne rewa ye, hêviyên sûriyan temsîl nake'
4 ÇILE, 2023   06:04
TEBQA - EBDUREHMAN EL SALIH

Rewşenbîrên ji bajarê Tebqayê têkildarî civîna sêalî ya di navbera wezîrên parastinê yên dewleta Tirk, Rûsya û Sûriyê de ya 28`ê Kanûna 2022`yan li dar ketiye, ji ajansa me re axivîn.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Ehmed El Hac Eseed diyar kir ku civîna sêalî nakeve berjewendiya gelên Sûriyê.

Eseed lidarxistina civînê bêyî beşdarkirina nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kir.

Eseed destnîşan kir ku ev civîn tenê dikeve xizmeta berjewendiyên wan her sê dewletan û wiha got: “Ji bo rejîma Tirkiyê xizmeta serkeftina di hilbijartinên serokatiyê de û dersînorkirina penaberên Sûriyê dike. Ev civîn hêviyên gelên Sûriyê temsîl nake û nûnerên gelê Sûriyê lê nebûn, ji lew re tu rewabûna vê civînê tune ye.”

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Amir Înad jî got encamên civînê dê li ser hesabê gelê Sûriyê û dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin.

Înad diyar kir ku ew li dijî civînê ne, ji ber ku dewletên beşdar bûne tenê ji bo pêkanîna armanc û berjewendiyên xwe û şerê li dijî Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Înad got vê civînê hin rastî ji gelê Sûriyê re eşkere kirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Civînê, dostaniya kûr a di navbera wan dewletan de eşkere kir ku armanc dikin Rêveberiya Xweser birûxînin û projeyên ku xizmeta gelên vî welatî dikin, ji holê rakin.”

(şx/cx)

ANHA