ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-1-2023`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4-1-2023`YAN
3 ÇILE, 2023   23:00

Kongra Star a navçeya Til birakê ya kantona Qamişlo konferansa ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan li avahiya Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar û rojnamevanên Ereb danûstandina Fransayê bi êrişa li ser Navenda Çanda Kurd şermezar kir û piştgiriya xwe bi kurdan re rave kirin. Her wiha destnîşan kirin ku helwesta Fransayê ya destpêkê ku kiryar ne terorîst e gelek pirsnîşanan çêdike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Armanca komîteya şopandinê ya Konferansa Yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah ‎Ocalan a Sûriyê ew e ku encamname û pêşniyarên konferansê bişopîne, xebata ‎dîplomatîk, qanûnî û têkoşîna fikrî xurt bike da ku azadiya fîzîkî ya rêber ‎Ocalan di 2023`yan de pêk bê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşenbîrên li Tebqayê civîna sêalî ya di navbera wezîrên parastina yên dewleta Tirk a dagirker, Sûriye û Rûsyayê de şermezar kir û destnîşan kir ku ew lihevkirinên bêyî hebûna nûnerên gelê Sûriyê red dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayika zarokê bi navê Wîsam Sîdo ku ji ber serma û nebûna rêbazên germkirinê li taxa Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dabû, hêvî kir ku ev trajedî bi tu malbatan re dubare nebe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve têkiliyên dewleta Tirk û hikumeta Şamê bi temamî qut bûbûn. Lê piştî guhertina mezin a ku di helwesta dewleta Tirk de çêbû, ev têkilî bi awayekî dramatîk vedigerin.

CIVAK Û JIYAN

Di 2022′yan de li herêmên rojhilatê Dêrazorê di aliyê rewşa xizmetguzarî û xebatên avakirinê yên bênavber ku komîteya xizmetguzariyê pêk anîne de pêşketineke berbiçav heye, her wiha komîteyê lêkolînên li ser 14 projeyên curbecur pêşkêş kirin ku dê di 2023′yan de li ser bixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bijîşk Mihemed Edil ê ku li navenda Heyva Sor a Kurd a Kampa Serdemê kar dike, hewl dide li hember rewşa xerab a kantonê û tunebûna sotemeniyê, bi dermankirina nexweşan li ber tavê li ber xwe bide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA