​​​​​​​Di 2022′yan de li rojhilatê Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê

Di 2022′yan de li herêmên rojhilatê Dêrazorê di aliyê rewşa xizmetguzarî û xebatên avakirinê yên bênavber ku komîteya xizmetguzariyê pêk anîne de pêşketineke berbiçav heye, her wiha komîteyê lêkolînên li ser 14 projeyên curbecur pêşkêş kirin ku dê di 2023′yan de li ser bixebitin.

​​​​​​​Di 2022′yan de li rojhilatê Dêrazorê projeyên xizmetguzariyê
4 ÇILE, 2023   01:40
DÊRAZOR-FATME EL EBID

Di 2022′yan de komîteya xizmetguzariyê ya rojhilatê Dêrazorê gelek projeyên xizmetguzarî yên curbecur li tevahî herêmên rojhilatê Dêrazorê pêk anîn.

QÎRKIRIN

Komîteya xizmetguzarî li tevahî herêmên rojhilatê Dêrazorê projeyên qîrkirina rêyan dan destpêkirin. Di pojreyê de birêxistinkirina rêyan, xîzkirin û qîrkirinê pêk hatin. 34 hezar metrekab qîr li rêyan çû.

Projeya qîrkirinê ji rêyên sereke ve; ji gundê Ebû Herdob a rojava heta ber bi Baxozê ji aliyê rojhilatê ve pêk hat. Her wiha rêya giştî ya ber bi bajarokê Sosê ve hate temamkirin.

Li gorî endamê komîteya xizmetguzariyê ya rojhilatê Dêrazorê Xelîl El Hindawî, lêçûna giştî ya sererastkirin û qîrkirina rêyan 630 hezar dolar bû.

Her wiha komîteyê têketina sereke ya bajarokê Ebû Hemam, keraca şaredariya gel a bajarok sererast kir û ew xebat meh û nîvekê dom kir.

PROJEYÊN RONÎKIRINÊ

Komîteyê di 2022′yan de 2 projeyên ronîkirinê li rojhilatê Dêrazorê dan destpêkirin. Projeya yekemîn li bajarokê Keşkiyê, Xeranîc û Ebû Hemam bû. Ya duyemîn sererastkirina pergala ronîkirinê li bajarokê Şefe û Sosê û gundê El Bobedran bû.

El Hindawî diayr kir ku sererastkirina pergala ronîkirinê li tevahî rojhilatê Dêrazorê bi dawî bû.

STASYONÊN AVA VEXWARINÊ Û AVDANÊ

Ji girîngtirîn projeyên komîteya xizmetguzariyê ya rojhilatê Dêrazorê, avakirina stasyona avê li gundê Ebû Herdob û yek din jî li gundê Ebû Hemam bû. Tê payîn ew xebat di çend rojên bê de bi dawî be.

Her wiha komîteyê 3  jêderên avê ji stasyon Eliyat re ava kirin; li bajarokê Şefa, li Keşkiyê û li Xeranîc û ew ava vexwarinê didin 64 hezar welatî.

Li rojhilatê Dêrazorê 27 stasyon hene, 17 stasyon bi giştî hatin sererastkirin û ava vexwarinê rojane didin û hîna 9 stasyon jî di sererastkirinê de ne. Tê payîn destpêka sala bê re bi dawî bin.

El Hindawî li ser vê yekê wiha anî ziman: "Komîteya xizmetguzariyê çerxerêyek li bajarokê Sose û yek jî li Baxozê ava kir. Her wiha xetên avê yên her du welatiyan bi dirêjahiya hezar metreyî sererast kir. Li kêlek wê jî xetên avê yên Hecîn û Ebû Hemam bi dirêjahiya hezar metreyê sererast kirin."

El Hindawî di dawiyê de wiha got: "Komîteya xizmetguzariyê lêkolîn li ser 14 projeyan pêşkêş kir û ji Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê re rakirin û ger li ser hatin erêkirin dê li ser bixebitin, ji wê zêdetir jî dê xebatên qîrkirina rêyan li rojhilatê Dêrazorê temam bikin."

(fr)

ANHA