​​​​​​​Pisporên Ereb nerazîbûn nîşanî helwesta Fransayê da

Nivîskar û rojnamevanên Ereb danûstandina Fransayê bi êrişa li ser Navenda Çanda Kurd şermezar kir û piştgiriya xwe bi kurdan re rave kirin. Her wiha destnîşan kirin ku helwesta Fransayê ya destpêkê ku kiryar ne terorîst e gelek pirsnîşanan çêdike.

​​​​​​​Pisporên Ereb nerazîbûn nîşanî helwesta Fransayê da
4 ÇILE, 2023   03:28
QAHÎRE- MUHSIN EL MESRÎ

Roja 23ʹyê Kanûna 2022ʹyan, li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmed Kaya ya li Parîsê êrişeke çekdarî hat kirin. Di encamê de endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurehman Kizil şehîd bûn.

Hate ragihandin ku kesê ev komkujî pêk aniye, di sala 2016ʹan de bi kêran êrişî kesekî kiriye. Di sala 2021ʹê de êrişî du reşikan kiriye û hatiye girtin. Piştî ji girtîgehê derket, ev komkujî li dijî Kurdan pêk anî.

Li hemberî nêzîkatiyên hikumeta Fransayê ya têkildarî vê êrişê ku êrişa bi mebestên terorî nas nekiriye, lê wekî êrişeke nîjdaperestî bi nav kiriye, nerazîbûn hebûn.

Nivîskrê ji Misirê, damezrînerê Yekitiya Welatiyên Misirê yên li Derve ya Cîhanê Behcet El Ubeydî ku li Awisturyayê dimîne got: "Ev bûyera terorê yê duyemîn e. Beriya wê bi deh salan sê jinên Kurd hatin qetilkirin. Ev bûyera biêş bû cihê şermezariyê nexasim kesên xwedî hestên mirovî û ji nêz ve rewşa gelê Kurd dişopînin.”

NÊZÎKATIYÊN FRANSAYÊ TÊRÊ NAKIN

El Ubeydî diyar kir ku ruxmî nerazîbûnên mezin ên ku ji aliyê berpirsên Fransayê ve derketin, di serî de serokê Emmanuel Macron ku êriş bi terorîst bi nav kir û piştgiriya xwe bi qurbanî, hemû kesên ku ji bo jiyaneke bi malbat û hezkiriyên xwe re tê dikoşin, anî ziman, lê ev bertek têrê nakin. El Ubeydî got: "Bertekên ku ji aliyê rayederên Fransayê ve derketine têrê nakin. Nemaze qatil ê ku ji aliyê desthilata Fransyê bi nîjadperestiya xwe li dijî tevahî biyaniyan tê naskirin. Em dibînin ku divê desthilata ewlehiyê sûcdar bixe bin kontroleke asê, bi taybetî nîjadperestiya wî ya li dijî biyaniyan, zêde bûye. Her wiha meyla rastgiran a tundraw li gelemperiya parzemîna Ewropayê, bi taybet li Fransayê zêde bûye.  Bi hedefkirina biyaniyan ku îro rêjeya wan li Fransa û Ewropayê bi giştî ne kêm e, ev yek gefan li aştiya civakî dixwe."

El Ubeydî bang li desthilatên Fransa û ya rojavayiyan bi giştî kir ku piştgiriyê bidin gelê Kurd û qanûnan ji bo parastina penaberan derxin.

Behcet El Ubeydî girîngiya belavkirina nirxê hezkirinê di navbera penaber û biyaniyan de, naskirina rola van koçberan di avakirina civakên ku lê koçber bûne de destnîşan kir û got: "Penaberên Kurd û yên din li Fransa û dewletên din serkeftinên balkêş pêk tînin. Divê civaka Fransayê nas bike ku ev kes ne bar in, lê di hemû qadên jiyanê de dixebitin û çalak in."

XEMSARIYA FRANSAYÊ

Rojnamevana ji Cezaîrê Hekîma Zehebî bal kişand ser xemseriya Fransayê û got: "Sedemên vê xemsariyê hene. Yek: Fransa diyardeya terorê ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye pênasekirin, di ber çavan re derbas nake. Lê ji mantiqa îslamofobiyê lê dinêre. Yanî ji bo Fransayê ku îdeolojiya rastgirên tund, di navendên wê yên biryarê de bi taybetî di nav dezgehên îstixbaratê de serdest in; her tiştê ne îslamî ye ne terorîzm e, tenê nijadperestî ye."

Hekîma Zehebî diyar kir ku piştî aloziya Ukraynayê Fransa dixwaze baweriya Tirkiye wergire û naxwaze bi piştgirtiya Kurdan, Enqereyê bi hêrs bike.

Hekîma Zehebî di dawiyê de got: "Ji Fransayê tê xwestin ku mîna NY teror pênase kiriye, wisa pê re bide û bistîne. Lê ew dîsa jî ne pêkane, ji ber ku kiryarên ku bi terorîst tên wesifandin, destê îstîxbaratê tê de hene di nav de Fransa heye. Ji ber wê, ev dewlet li gorî berjewendiyên xwe bi vê mijarê re mijul dibin.”

ANHA