​​​​​​​Jinên Ciwan ên Herêma Efrînê komkujiya Parîsê şermezar kir

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi çalakiyekê komkujiya Parîsê ya duyemîn şeremzar kir.

​​​​​​​Jinên Ciwan ên Herêma Efrînê komkujiya Parîsê şermezar kir
3 ÇILE, 2023   19:12
ŞEHBA

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê li qada Dibistana Siwaqa ya navçeya Fafînê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ya duyemîn kom bûn.

Di serî de endama rêveber a yekitiyê Cûdî Mihemed êrişa li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya şermezar kir û got: "Ev êriş berdewamiya plana qirkirina gelê Kurd û êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên Kurdistanê ye."

Cûdî Mihemed destnîşan kir ku planên dagirkeriyê dê bi îradeya jina azad û gelê azad têk biçin.

Çalakî bi pêxistina mûman û pêşandina stranan ji aliyê Koma Yekitiya Jinên Ciwan ve bi dawî bû.

(mh)

ANHA