Nimûneyek berxwedanê: Bijîşkek nexweşên xwe li ber tavê derman dike

Bijîşk Mihemed Edil ê ku li navenda Heyva Sor a Kurd a Kampa Serdemê kar dike, li gel rewşa xerab a kantona Şehbayê û tunebûna sotemeniyê, nexweşan li ber tavê derman dike.

Nimûneyek berxwedanê: Bijîşkek nexweşên xwe li ber tavê derman dike
Nimûneyek berxwedanê: Bijîşkek nexweşên xwe li ber tavê derman dike
Nimûneyek berxwedanê: Bijîşkek nexweşên xwe li ber tavê derman dike
Nimûneyek berxwedanê: Bijîşkek nexweşên xwe li ber tavê derman dike
4 ÇILE, 2023   06:03
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Tevî rewşa xerab a Kantona Şehbayê, dorpêça li ser hatiye danîn û tunebûna sotemeniyê ya di encama dorpêça hikûmeta Şamê de, dîsa jî bijîşk Mihemed Edil koçberên Efrînê yên li kampan û xaniyên wêrankirî li navenda Heyva Sor a Kurd derman dike.

Li kantonê navendên tenduristiyê û nexweşxane bê derman û bê sotemenî mane, ji ber wê jî bijîşk Mihemed Edil neçar ma ku li ber tavê nexweşan derman bike.

Bijîşk Mihemed Edil di sala 1966'an de li navçeya Şiyê ji dayîk bûye, di sala 2004'an de jî beşa tibê şeriî bi dawî kiriye. Piştre li taxa Şêxmeqsûd a Helebê navenda bijîşkiya nexweşiyên hundirîn vekir.

Ji ber rewşa şer a Sûriyê bijîşk neçar ma ku koçberî gundê xwe Şiyê bibe û li wir jî kilînîkek vekir, her wiha li navenda tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Tenduristiyê ya Efrînê kar kir ku di Berxwedana Serdemê ya li hember êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê de, di dermankirina birîndaran de xwedî roleke girîng bû.

Ji dema koçberkirina şêniyên Efrînê û bicihbûna wan li Kantona Şehbayê ve bijîşk Edil karê xwe li noqteya Heyva Sor a Kurd a li Kampa Serdemê ya gundê Til Sosînê didomîne.

Bijîşk Mihemed Edil ji ajansa me re wiha axivî: "Ez neçar dimînim ku nexweşan li ber tavê derman û taqî bikim, ji ber ku tu rêbazên germkirinê li ba me tune ne."

Edil wiha domand: "Sermaya di hundirê noqteyê de bandoreke neyînî li nexweşan dike nexasim ku ji nêzî 6 mehan ve derman li navenda tenduristiyê nemane."

Edil da zanîn ku piraniya nexweşan, zarok û temenmezin in, bi taybetî yên ku di kampan de dijîn ku li ber sermaya zivistanê û germa havînê ne, her wiha ku piraniya nexweşiyan jî înfelwenza, girîp û navçûyîn e.

Edil destnîşan kir ku ji ber bihabûna dermanan û tunebûna wan nexweş nikarin wan bikirin.

DEMA KU ÎRADE JI ŞERT Û MERCAN XURTTIR BE SERKEFTIN MISOGER DIBE

Edil wiha domand: "Îradeya me ji hertiştî xurttir e, ez ê heta dawiyê xwedî li erka xwe ya mirovî û exlaqî ya dermankirina koçberên Efrînê yên li Şehbayê derkevim."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rojane nêzî 60 nexweş serdana noqteya Heyva Sor a Kurd a Kampa Serdemê dikin.

Edil di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku navendeke wî ya bijîşkî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî heye lê belê wî soz daye ku heta rizgarkirina Efrînê ew dê bi koçberên wê re be.

 

(mh)

ANHA