Li Derayê sivîlek û 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li bakurê Derayê çekdarên nenas êrişî bendeke kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê kir û di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê û welatiyek hatin kuştin.

Li Derayê sivîlek û 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
3 ÇILE, 2023   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas li bajarokê Selemên ê li bakurê Derayê êrişî bendeke kontrolê ya girêdayî “Ewlehiya Dewletê” ya hikumeta Şamê kir. Li gorî SOHR`ê, di encama êrişê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û hin jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Senemên.

Her wiha mamosteyekî ku vê berbangê nêzî benda kontrolê bûbû ku êriş lê hatiye kirin, hat kuştin.

Li herêmên “lihevkirinan” û herêmên di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de tevliheviya ewlehiyê dewam dike. Duh jî, li herêmên cuda yên serweriya hikumeta Şamê 4 kes hatibûn kuştin, kesek jî birîndar bûbû.

Ev bûyer rewşa ewlehiyê ya xeternak a li herêmên serweriya hikumeta Şamê radixe pêş çavan. Hikumeta Şamê jî wan bûyeran paşguh dike. Li herêmê, bûyerên revandin û kuştinê rojane bûne, lê hesab ji faîlan nayê xwestin.

(cx)