Di salekê de li Girê Spî 13 hezar endamên malbatên çeteyan bi cih kirin

Dewleta Tirk a dagirker di sala 2022`yan de nêzî 13 hezar endamên malbatên DAIŞ`ê û malbatên komên din ên çeteyan li kantonê bi cih kirin.

Di salekê de li Girê Spî 13 hezar endamên malbatên çeteyan bi cih kirin
3 ÇILE, 2023   09:22
EYN ÎSA

Ji dema dagirkirina kantona Girê Spî ve piştî êrişa di 9`ê Cotmeha 2019`an de, dewleta Tirk siyaseta bicihkirina malbatên çeteyan li şûna niştecihên resen ên bi darê zorê ji malên wan dane koçberkirin, meşand. Piştî dagirkirina kantonê, ji 170 hezar şêniyên herêmê, zêdetirî 100 hezar kes hat koçberkirin.

Piştî daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî plana bicihkirina nêzî milyonek penaberan li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî, dewleta dagirker ji destpêka Nîsana borî ve lez da bicihkirina malbatên çeteyan.

Li gorî çavkaniyên herêmî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî, di 2022`yan de dewleta Tirk a dagirker bi rêya deriyê Girê Spî (Til Ebyed) ê sînorî 12 hezar û 757 kes ji Tirkiyê derbasî Girê Spî kirin.

Li gorî heman çavkaniyan, kesên ku dewleta dagirker ew dersînor kirine û li herêmê bi cih kirine, ji parêzgehên Hums, Heleb, Idlib û Xûta Rojhilat in, piraniya wan malbatên çeteyên ser bi dewleta Tirk ve û bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê ne, yên ku piştî têkçûna li ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) reviyabûn Tirkiyê.

Çavkaniyan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ew penaber li navenda kantonê û gundewarên wê (bajaroka Silûk, Hemam Tirkmen, El Elî Baciliyê û gundên din) belav kirin û ew li malên koçberên ji herêmê bi cih kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo wan penaberan bi pereyên Qeterê, komeleyên Pakistan û Efganistanê li rojavayê navenda kantona Girê Spî û bajaroka Eyn Erûs û herêmên ku “Meclisa Herêmî ya Girê Spî” dest daniye ser, ji wan re mêtingehan ava dike.

(cx)

ANHA