​​​​​​​Jina ku di êrişa hewayî de birîndar bûbû, şehîd bû

Welatiya bi navê Sewre Meter a ji gundê Til Haman ê navçeya Tirbespiyê ku dawiya Kanûna borî di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûbû, vê sibehê şehîd bû.

​​​​​​​Jina ku di êrişa hewayî de birîndar bûbû, şehîd bû
3 ÇILE, 2023   09:32
QAMIŞLO

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker di 24`ê Kanûna 2022`yan de çewlikeke mirîşkan a li ser rêya gundê Mizgefê ê li bakurê navçeya Tirbespiyê, bombebaran kiribû.

Di êrişa hewayî de 3 xebatkarên jin ên çewlikê û zarokekê birîndar bûbûn. Yek ji birîndaran welatiya bi navê Sewre Meter a dayika 5 zarokan bû.

Ruxmî hewldanên bijîşkan jî, ji ber giraniya rewşa wê, Sewre Meter vê sibehê şehîd bû.

Sewre Meter ji seriyê xwe birîndar bûbû.

(cx)