Parêzeran ji bo rêber Ocalan banga xebateke hevpar kir

Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li parêzerên cîhanê kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi hev re kar bikin.

Parêzeran ji bo rêber Ocalan banga xebateke hevpar kir
3 ÇILE, 2023   00:47
NAVENDA NÛÇEYAN- ARAM EHMED

Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan ê ku ji 24 salan ve di girtîgeha Îmraliyê de ragirtiye û ji 21 mehan ve agahî jê nayê girtin, axivî.

/kr/uploads/files/2023/01/02/193916_-.webp

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El Hesen tecrîda giran a li ser rêber Ocalan şermezar kir û bi bîr xist ku ji sala 1999ʹan ve rêber Abdullah Ocalan di hucreyeke yekkasî de girtî ye û heta roja îro binpêkirinên dermirovî li dijî wê dewam dikin.

Parêzer Xalid El Hesen da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan fîlozof û ronakbîrekî siyasî ye û got revandina wî li dijî qanûnên navneteweyî ye.

El Hesen fikarên xwe li ser rewşa tenduristî ya rêber Ocalan anî ziman û diyar kir ku ji zêdetirî 21 mehî ve rewşa tenduristî ya rêber Ocalan ne zelal e û diyar kir ku dewleta Tirk serdana ji bo girtîgehê qedexe kiriye.

El Hesen bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî yên cîhanê kir ku ji bo rewşa tenduristî ya rêber Ocalan bê eşkerekirin, bixebitin û got: "Baweriya me bi CPTʹyê nayê, ji ber ku CPT projeya dewletên mêtinger e."

/kr/uploads/files/2023/01/02/193937_-.webp

Parêzer Mihemed Baqî Hisên ê ji Til Temirê jî diyar kir ku mafekî herî sereke ê girtiyan serdana malbatê ye û got: "Dewleta Tirk ji dema ku rêber Ocalan revandiye ve serdanan asteng dike û nahêle parêzer muwekîlê xwe bibînin. Ev yek binpêkirinek e."

/kr/uploads/files/2023/01/02/193952_-.webp

Parêzer Mistefa Şêx Muslim ê ji Kobanê bal kişand ser aliyê qanûnî yê tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Eger em bixwazin qala aliyê qanûnî yê tecrîdê bikin divê em qala aliyê qanûnî yê girtina wî bikin. Sedema girtina rêber Ocalan ew e ku xwediyê daxwaz, projeyeke siyasî û xwediyê dozekê ye. Rêber Ocalan tu sûc nekiriye. Rêber Ocalan girtiyekî siyasî ye. Li her dewletekê qanûnên taybet ên girtiyên siyasî hene. Ji ber ku girtiyê derbirînê ye ne girtiyê cezayan e,  em nikarin bêjin ku tecrîdkirina wî qanûnî ye yan ne. Ji ber ku girtina rêber Ocalan ji roja yekemîn ve ne qanûnî ye."

Mistefa Şêx Muslim bang li hiqûqnasên cîhanê kir û got: "Ocalan nûnerê gelê Kurd li tevahî cîhanê ye."

ANHA