Li gel hikumeta herî radîkal a Îsraîlê çi li benda Rojhilata Navîn e?

Pisporê têkiliyên navneteweyî Dr. Iyad El Mecalî got bi hatina hikumeta nû re Îsraîl normalîzekirina bi hikumetên Ereban re û paşguhkirina doza Filistînê didomîne. El Mecalî hikumeta nû ya Îsraîl wek hikumeta herî radîkal a Îsraîlê bi nav kir.

Li gel hikumeta herî radîkal a Îsraîlê çi li benda Rojhilata Navîn e?
3 ÇILE, 2023   03:24
QAHÎRE- MUHSIN EL MISIRÎ

Pêncşemê (29`ê Kanûnê) Benjamin Netanyahu hikumetek ava kir ku gelek alî wek hikumeta herî radîkal di dîroka Îsraîlê de bi nav dikin.

Koalîsyona hatiye avakirin ku partiyên Siyonîzma Olî û Hêza Cihûyan digire nava xwe, bû sedema metirsiyên herêmî û navneteweyî.

HIKUMETA TEOKRATÎK

Pisporê têkiliyên navneteweyî li Zanîngeha Muite ya Urdinê Dr. Iyad El Mecalî têkildarî mijarê axivî û destnîşan kir ku hikumeta nû ya Îsraîlê di dîroka dewleta Îsraîlê de ya herî radîkal e û wiha dewam kir: “Ew hikumeteke olî û teokratîk e. Kesayeta herî radîkal di Partiya Likud a rastgir de Benjamin Netanyahu hikumetê bi rê ve dibe, tevgerên Şas û Yahûdet Henora ku şepêla olî ya Cihûyan temsîl dikin û tevgerên Menia ya Cihûyan û Siyonîzm ku şepêla olî ya neteweyî temsîl dikin, tev li avakirina hikumetê bûn.”

El Mecalî ji ajansa me re diyar kir ku ya balkêş di vê koma hikumetê de ew e ku tu ferq di navbera îdeolojiya pêkhateyên wê yên fikrî û siyasî de tune ye û destnîşan kir ku girêdayî nêrîna siyasî ya têkildarî dosyayên bigirêk ên hundirê Îsraîlê li hember gelê Filistînê ye, mîna dosyaya mêtingehan, koçberiya bi darê zorê, girêdayîbûna bi pîvanên mêtingeriyê û dagirkirina axa Filistînê, sekinandina li hember hemû tevgerên rizgarî û berxwedanê û bikaranîna hêzê li hember hemû kesên ku doza mafên xwe yên rewa dikin.

NORMALÎZEKIRIN

Têkildarî siyaseta hikumeta Netanyahu li hember dewletên Ereban, El Mecalî anî ziman ku hikumeta rastgir a radîkal dê hewl bide rêgeha normalîzekirinê bi welatên Ereban bidomîne û van lihevkirinan li gorî ku dikevin xizmeta nêrîna Netanyahu ku roj bi roj armancên xwe pêk anîn, aktîf bike.

Li gorî El Mecalî, 3 lihevkirinên nû hene ku hikumeta Îsraîlê bi Îmarat û Urdinê re îmze kirin. Ya yekê, bi hevkariya çandî dest pê kir, ya duyemîn bi lihevkirina firotina petrola Îmaratê ji Îsraîlê re, ya sêyemîn vekirina qada hewayî ya Urdin û Siûdiyê li ber balafirên Îsraîlê da ku rêwîtiya di navbera Kendavê û Îsraîlê de kurt bike.

El Mecalî îşaret pê kir ev lihevkirin ne tenê normalîzekirinê hêsan dikin, lê belê dikevin xizmeta stratejiya Netanyahu ku di bingeha wê de paşguhkirina aliyê Filistînê, tevlêkirina Îsraîlê li herêmê û mayîndekirina wê wek “dewleteke resen” heye heta ku filistînî bi tena serê xwe bimînin.

TESFIYEKIRINA DOZA FILISTÎNÊ

Li gorî El Mecalî, stratejiya Netanyahu xwe dispêre paşguhkirina filistîniyan, teslîmgirtina dewletên Ereban yek bi yek li hember têkiliyên bi Îsraîlê re û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev yek nexşerêya siyasî ya herêmê diguherîne. Bi wê yekê, dewleta resen dibe Îsraîl, ya biyanî jî dibe Filistîn, gelê wê tê dorpêçkirin û tenê li pêşiya wan teslîmgirtin û serîxwarkirin dimîne.”

El Mecalî anî ziman ku ev stratejî ne nû ye, berê jî heta li cihên biryarê yên Amerîkayê nîqaş hebûn û wiha dom kir: “Dibe ku navendîbûna doza Filistînê di xîtab û têgihîştina Ereban de hatiba jihevxistin û piştre projeya siyonîst bi dirûşma hevgirtin û aştiyê hatiba berdewamkirin.

Netanyahu soz da ku berfirehkirina mêtingeriyê li seranserê qaşo axa Îsraîlê wekî Celîl, Neqeb, Colan û Dîfa El Xerbiyê pêk were. Netanyahu gotibû ku ew mafekî gelê Îsraîlê ye ku nîqaş tê de nabe û li gorî qanûnê divê nasname ji hemû filistîniyan re ku êrişan li dijî Îsraîlê pêk bîne, were kişandin û bê dersînorkirin. Her wiha piştrast kiribû ku ew ê bi hemû hêza xwe şerê li dijî bernameya nukleerî ya Îranê dewam bike.”

SÛRIYE Û ÎRAN

Li gorî El Mecalî, bandorên siyasî, ewlehî û leşkerî di dosyayên hikumeta rastgir a radîkal a bi serokatiya Netanyahu de li hember Sûriye û Îranê digihêjin hev û wiha got: “Bi taybet bi bombebarana Îsraîlê ya bi dehan caran li dijî baregehên leşkerî û depoyên çekan ên Îranê li cografyaya Sûriyê re. Ew yek ji bo xistina Sûriyê nava şer, rûxandina tora tunelên Hizbullahê li ser sînorên Lubnanê bi rêya operasyonên leşkerî yên zêde ye, da ku tora tunelên ku hat îdiakirina ku Hizbullahê li ser sînorên Lubnanê ji bo bersivdana şerekî di siberojê de kolandiye, bê ruxandin. Ev yek pêşwext bû da ku hatina xwe li ser hikumeta Îsraîlê misoger bike.”

TÊKILIYÊN BI EREBISTANA SIÛDÎ RE

Pisporê têkiliyên navneteweyî Dr. Iayd El Mecalî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Meyla vê tîma siyasî ya girêdayî bîrdoziya rastgir a radîkal a Îsraîlê, xwe dispêre tekezkirina mafên neteweyî yên Cihûyan ku li seranserê axa Îsraîlê nîqaş tê de nayê kirin. Axa Îsraîlê jî têgehek nû ye û wekî ku xuya dike Dîfa Xerbiye û Quds a rojhilat digire nava xwe. Ew jî ew herêm in ku filistînî hewl didin dewleta xwe li ser ava bikin. Her wiha tê hêvîkirin ku pêşketinek di avakirina têkiliyên dîplomatîk bi Siûdiyê re pêk were, mîna ku di 2020`an de bi welatên Kendavê re yên xwedî heman metirsiyan li hember Îranê, pêk hatibû.”

(cx)

ANHA