Jineolojî 2022: 10 hezar kes hatin perwerdekirin

Di sala 2022ʹyan de derdora 10 hezar jin û mêr li akademî û navendên jineolojiyê perwerde dîtin. Nêzî 457 semîner li ser rewşa jin û civakê hatin dayîn.

Jineolojî 2022: 10 hezar kes hatin perwerdekirin
3 ÇILE, 2023   04:31
NAVENDA NÛÇEYAN- SILAVA EBDUREHMAN

Navend û akademiyên jineolojiyê di sala 2022ʹyan de gelek lêkolîn kirin. Lêkolînên li ser sosyoljiya jinan, exlaq û estetîk, têkiliyên malbatî, sedemên veqetîna hevjînan, berxwedana jinan a li Şêxmeqsûdê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dîroka wan hebûn.

Jineolojî perwerdeyê wekî qadek ji qadên jiyanê dibîne, ji ber vê yekê girîngiyeke mezin dide perwerdeyê. Di sala 2022ʹyan de derdora 10 hezar jin û mêran li ser jineolojiyê perwerde dîtin. Her wiha derdora 457 panel û semîner li ser hevjiyana azad, danasîna tundiya li ser jinan, cure û rêbazên bidawîkirina tundiyê hatin dayîn.

Ev perwerde li ser esasê têgihîştina rewşa civakî ji hemû beşan re, ji komînan heta akademiyên leşkerî û sivîl wekî saziyên edaletê, TEV-DEM û ragihandinê tên birêxistinkirin.

Di aliyê dîplomasiyê de, ji bo danasîna jineolojiyê, endamên Akademiya Jineolojiyê û jinên ji 30 welatên cîhanê beşdarî Kongreya Sêyemîn a Jinên Kedkar bûn ku Îlona 2022ʹyan li Tunisê hatibû lidarxistin. Her wiha beşdarî Kongreya Sêyemîn a Navneteweyî ya Jinan bûn ku meha Mijdara borî li paytexta Almanyayê Berlînê hatibû lidarxistin.

PERWERDE, LÊKOLÎN Û BELAVKARÎ

/kr/uploads/files/2023/01/02/194127_.webp

Endama Akademiya Jineolojiyê Alya Amara perwerde wek beşekî sereke ya xebatên akademî û navendên jineolojiyê pênase kir û diyar kir ku navendên jineolojiyê li gorî 3 bendên sereke; perwerde, lêkolîn û belavkirin bi rêxistin dikin.

Alya Amara destnîşan kir ku armanca jineolojiyê rizgarkirina ji zayenperestî, avakirina jiyaneke demokratîk, wekhev û adilane ye.

Alya Amara da zanîn ku jineolojî rasterast bi jiyanê ve girêdayî ye û wiha domand: "Jineolojî ne mijareke zanistî ye, lê belê mijareke jiyanî ye. Ji ber vê yekê em di perwerdeyê de gelek rêbazan bi kar tînin. Ji wan şano, diyalog û sînevîzyonan. Jineolojî deriyê naskirina rastî, xwenaskirin û têkiliyên civakî ye."

Alya Amara çalakvan û endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsal a ku li Silêmanî li pêşiya mala xwe ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hat qetilkirin, bi bîr anî û li ser sedemên hedefkirina wê got: "Jineolojî li ser esasê demokrasî, azadiya civakê û azadkirina jinan hatiye avakirin. Jineolojî hewl dide dawî li pêvajoya desthilatdariyê bîne, ji ber vê yekê dewleta Tirk pêşengeke vê zanistê kir hedef."

Alya Amara anî ziman ku hewldanên dewleta Tirk a faşîst ên lawazkirina têkoşîna jinan bi bin ketin û wiha domand: "Şoreşa 19ʹê Tîrmeha 2012ʹyan, şoreşa fikrî ya Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê deng veda. Li Rojhilatê Kurdistanê dirûşma ʹJin, Jiyan, Azadî" ya ku ji Rojava derket, tê berzkirin. Ji bilî hedefkirina jinên pêşeng û têkoşerên vî fikrî wekî şehîd Nagîhan Akarsal tiştek li pêşiya dewletên li dijî fikrên demokratîk nemaye.”

Alya Amara her wiha hedefkirina şehîd Nagîhan Akarsal wek hedefkirina tevahî tevgerên jinan pênase kir û got dê xeta şehîdan bişopînin heta ku azadiya hemû jinan û civakê mîsoger dikin.

TECRUBEYÊN ZANISTÎ

/kr/uploads/files/2023/01/02/194153__1.webp

Endama Akademiya Lêkolînên Jineolojiyê Nofa Elî jî li ser xebatên navendê axivî û got: "Navend li gorî 2 bingehan kar dike; sedemên lêkolînkirinê û girîngiya wê. Em li ser bingeha pêwîstiya civakê bi mijarên ku wê eleqedar dike, astengiyên li pêşiya wê û rêbazên çareseriyê, lêkolînan dikin.”

Nofa Elî diyar kir ku navendên lêkolînê yên jineolojiyê di lêkolînan de xwe dispêrin tecrubeyên zanistî, ol, mîtolojî, pirtûkên cuda û yên dibistanan, di heman demê de nêrînên civakê jî li ber çavan digirin.

ANHA