​​​​​​​Şêniyên Qamişlo piştgiriyê didin Operesyona 'Birûska Cizîrê'

Pêkhateyên kantona Qamişlo piştgiriya operasyna “Birûska Cizîrê” kir ku QSD`ê li dijî şaneyên DAIŞ`ê daye destpêkirin.

​​​​​​​Şêniyên Qamişlo piştgiriyê didin Operesyona 'Birûska Cizîrê'
2 ÇILE, 2023   23:34
QAMIŞLO

Operasyona “Birûska Cizîrê” ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 29`ê Kanûnê de bi piştevaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kiriye, di roja xwe ya pêncemîn de li navçeyên Til Hemîs, Til Brak û Holê  yên herêma Cizîrê berdewam e.

Pêkhateyên cuda yên herêmê piştgiriya vê operasyonê dikin.

/kr/uploads/files/2023/01/02/194553_-.webp

Di vê çarçoveyê de welatiya bi navê Sûheyle Şikrî ji ajansa me re wiha got: "Sûcên çeteyên DAIŞ`ê li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li dijî janan, bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ji bo şikandina vîna pêkhateyên herêmê pêk tên.”

Sûheyle wiha domand: “Bi salane em piştgiriya hêzên xwe dikin ku li hember êrişên DAIŞ, Cebhet El Nusra û artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmê li ber xwe dan. Îro jî, em dê îro jî wisa bikin û piştgiriya operasyona Birûska Cizîrê bikin ku hêzên me ji bo parastina herêmê û tunekirina terorê ragihandiye.”

Sûheyle di dawiya axaftina xwe de got: "Em dê mil bi mil bi şervanên xwe re, ewlekarî û ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin, ji bo vê jî em amade ne ku fedekariyê bikin".

/kr/uploads/files/2023/01/02/194532_-.webp

Welatiyê bi navê Xalid Xelîl ê ji pêkhateya Ereb xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê silav kirin ku ji bo pêkanîna ewlehiyê dimeşînin û wiha pê de çû: "Em piştgiriya operasyona Birûska Cizîrê û hêzên leşkerî û ewlehiyê dikin. Em dê bi parastina taxên xwe û şopandina her tevgereke bi guman bisebitin û piştgiriya vê hemleyê bikin.”

/kr/uploads/files/2023/01/02/194647_-.webp

Welatiyê bi navê Mehmûd Hisên yê ji pêkhateya Ereb wiha axivî: “Çeteyên DAIŞ`ê ji bo her kesî metirsîdar in, divê em weke pêkhate destê xwe bidin hêzên xwe û çeteyan bigirin û radestî rayedarên peywendîdar bikin.”

TIL HEMÎS

/kr/uploads/files/2023/01/02/194705_-.webp

Welatiyê bi navê Yûsif El-Hemûs diyar kir ku hevgirtina pêkhateyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta Tirk hêrs kiriye û ji bo vê yekê jî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li herêmê bi cih kirine da ku vê hevgirtinê tune bikin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em dê li hemberî planên dijminan, bi hêztir bibin û em dê şopdarên rêgeza netewa demokratîk û azadiya gelan bin."

TIRBESPIYÊ

/kr/uploads/files/2023/01/02/194623_-.webp

Di heman demê de welatiya bi navê Şahmîran Dinho ya ji pêkhateya Suryanjî bal kişand ser girîngiya operasyona "Birûska Cizîrê" ji bo pêşîgirtina li vejandina çeteyên DAIŞ`ê û parastina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê ji êrişan û got: "Gelek dewletên herêmî di serî de dewetla Tirk a dagirker û Qeter dixwazin çeteyên DAIŞ`ê vejînin, bi rêbazên cuda piştgiriya wê bikin. Ji ber wê, lidarxistina vê operasyonê, ji bo şikandina van planan gelek girîng e."

Şahmîran destnîşan kir ku armanca vejandina çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê van welatan ve, têkbirina yekitiya gelê herêmê û Rêveberiya Xweser e, di hema demê de destnîşan kir ku ew amade ne piştgiriya operasyonê bikin.

ANHA