Li Reqayê 9 çeteyên DAIŞ′ê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê û gundewarên wê 9 çeteyên şaneyên DAIŞ′ê girtin.

Li Reqayê 9 çeteyên DAIŞ′ê hatin girtin
30 kanûn, 2022   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî girtina çeteyên DAIŞ′ê li Reqayê û gundewarên wê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kir û wiha tê de got:

"Ji bo parastina ewlehî û îstîqrara herêmên me û serdegirtina şaneyên DAIŞ′ê yên veşartî ku çalakiyên xwe bi gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker re zêde kirin û ji bo tolhildana şehîdên me ku di oxira têkbirina planên şaneyên DAIŞ′ê de canê xwe daye û bersivdayîna wan şaneyan operasyona me didome.

Hêzên me di saetên sibeha 30′ê Kanûnê (îro) de li Reqa û gundewarên wê bi ser gelek nuqteyên çeteyên DAIŞ′ê de girt. Di encamê de hêzên me 9 çete girtin û çekên li gel wan desteser kirin. Çek û alavên hatine desteserkirin, wiha ne:

Çekên kalaşnîkof: 2

Jarjorên kalaşnîkofan: 4

Demançe: 3

Tivingên nêçîrê: 3

Miqdareke pereyên li gel çeteyên DAIŞ′ê.

Ala reş a DAIŞ′ê.

Dê hêzên me serdegirtin û şopandina hemû kesên hewl didin ewlehiya gelê me têk bibin, dewam bikin. Em hevkariya ku gelê herêmê bi hêzên me re ji bo agahdariya li ser tevgerên biguman da ku hemû şêweyên terorê têk bibin, pîroz dikin."

)fr(