Parêzer û malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Malbata rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê serlêdan kir.

Parêzer û malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
30 kanûn, 2022   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan birayê rêber Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê têne girtin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê jî dan.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve li Îmraliyê tecrîdkirî ye. Du nava du salên dawî de ti agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin.