​​​​​​​Artêşa Tirk di rojekê de 14 caran çekên qedexekirî bi kar anîn

HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker duh 14 caran bi çekên kîmyewî û carekê jî bi bombeyên qedexe êrişî çeperên berxwedanê yên gerîla ên li herêma Çemçoyê kir.

​​​​​​​Artêşa Tirk di rojekê de 14 caran çekên qedexekirî bi kar anîn
30 kanûn, 2022   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên dawîn daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

 “Artêşa Tirk a dagirker 14 caran bi çekên kîmyewî, carekê jî bi bombeyên qedexe, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya navçeya Şêladize ya Amediyê bombe kir. Ev bomberdûman ji 29’ê Kanûnê destê sibehê heta êvarî domiya.”

Agahiyên li ser êrişan wiha ne:

“Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

29’ê Kanûnê ji destê sibehê heta danê êvarê çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amêdiyê 14 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

29’ê Kanûnê saet di 15:30’an de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amedê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

Di meha Kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”