Panela têkildarî tecrîdê: Em têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan geş bikin

Kongra Star li navçeya Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan panelek li dar xist. Beşdarên panelê diyar kirin ku ew ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê bilind bikin.

Panela têkildarî tecrîdê: Em têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan geş bikin
Panela têkildarî tecrîdê: Em têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan geş bikin
Panela têkildarî tecrîdê: Em têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan geş bikin
Panela têkildarî tecrîdê: Em têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan geş bikin
Panela têkildarî tecrîdê: Em têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan geş bikin
Panela têkildarî tecrîdê: Em têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan geş bikin
22 kanûn, 2022   12:37
QAMIŞLO

Panel li Navenda Dîcle ya Çand û Hunera Dêrikê hat lidarxistin, bi dehan endamên Kongra Star, Şaredariya Gel û Meclisa Navçeya Dêrikê beşdarê bûn.

Panelê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Endama Kongra Star a Dêrikê Adar Cûdî beşekî ji Parêznameya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Ocalan a têkildarî jiyana li Girtîgeha Îmraliyê, xwend.

Piştre, beşdaran tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan şermezar kir û diyar kirin ku bêdengiya rêxistinên mirovî û hiqûqî nîşaneya piştgirîdayîna siyasetên dewleta Tirk a dagirker e.

Beşdaran her wiha da zanîn ku felsefeya Rêber Ocalan yekane rê ye ji bo çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn û cîhanê û gotin ku dijminên azadiya gelan baş dizanin ku çareserî bi paradîgmaya neteweya demokratîk pêkan e, ji lew re tecrîda li ser Rêber Ocalan dişidînin.

Beşdaran bal kişand ser girîngiya berfirehkirina çalakiyên li dijî tecrîdê da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin.

ANHA