Meclisa Malbetên Şehîdan a Tirbespiyê 36 şehîd bi bîr anîn

Meclisa Malbetên Şehîdan a Tirbespiyê 36 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê ku di çarçoveya  têkoşîna  li dijî çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker  şehîd bûbûn de, bi bîr anîn.

Meclisa Malbetên Şehîdan a Tirbespiyê 36 şehîd bi bîr anîn
Meclisa Malbetên Şehîdan a Tirbespiyê 36 şehîd bi bîr anîn
Meclisa Malbetên Şehîdan a Tirbespiyê 36 şehîd bi bîr anîn
Meclisa Malbetên Şehîdan a Tirbespiyê 36 şehîd bi bîr anîn
Meclisa Malbetên Şehîdan a Tirbespiyê 36 şehîd bi bîr anîn
Meclisa Malbetên Şehîdan a Tirbespiyê 36 şehîd bi bîr anîn
22 kanûn, 2022   12:34
​​​​​​​QAMIŞLO

Meclisa Malbetên Şehîdan a Tirbespiyê ya Qamişlo, ji bo 36 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê ku di dem û cihên cuda şehîd bûbûn de merasîmeke bîranînê li dar xist.

Merasîm li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Tirbespiyê, bi beşdarbûna endamên Meclisa Malbetên Şehîdan, şêniyên Tirbespiyê, endamên Kongra Star û malbetên şehîdan hate lidarxistin.

Di merasîmê de sînevîzyonek li ser têkoşîna 36 şehîdan û her wiha nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser fedakarî, welatparêzî û rola şehîdan di parastina destkeftiyên  şoreşê de hate pêşkêşkirin.

Dûre, hevseroka Meclisa Malbetên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ubeyd şehîd bi bîr anî û got: "Piştî dewleta Tirk di şikandina vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de têk çû êrişên xwe zêde kirin û komkujî pêk anîn."

Ubeyd  wiha domand: "Piştî dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hember berxwedana gerîla têk çû, çekên kîmyewî bi kar anîn."

Di dawiyê de Ubeyd ev tişt got: "Em ê hêvî û armancên şehîdên heta pêkanîna serkeftinê û têkbirina dagirkeran bişopînin."

Merasîm bi xwendina nasnameyên 36 şehîdan û dirûşmên “şehîd namirin” bi dawî bû.

ANHA