Firqeya 4`an nahêle rêxistin û alîkarî bikevin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Komîteya Alîkariyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku Firqeya 4`an a hikûmeta Şamê  ji beriya 3 mehan de rê nade ku rêxistinên mirovî û alîkarî bikevin her du taxan.

Firqeya 4`an nahêle rêxistin û alîkarî bikevin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
22 kanûn, 2022   13:06
HELEB

Hikûmeta Şamê dorpêçkirina herêma Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne. Endamên Firqeya 4`an vê sibehê rê nedan ku hejmarek rêxistinên mirovî û di nav de Rêxistina Kobî ku soza alîkarîdayîna astengdaran dabû, bikevin her du taxan.

Komîteya Alîkariyê ji nûçegihanê me re destnîşan kir ku Firqeya 4`an ji beriya 3 mehan de destûra derbasbûna madeyên alîkariyan ji bo her du taxan nade.

Komîteyê got, "Dihat payîn ku di dema dawî a şidandina dorpêçê de zêdetirî 20 hezar par li şêniyên her du taxan bên belavkirin, lê Firqeya 4`an rê neda.”

ANHA