Li Şehbayê merasîmên sersaxiyê

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê li Kampa Serdem a Şehbayê merasîma xiyabî ji bo şehîd Dilsoz Serhed li dar xist. Her wiha merasîm ji şehîd Canfeda Efrîn û Zînal Raco re jî li dar xist.

Li Şehbayê merasîmên sersaxiyê
Li Şehbayê merasîmên sersaxiyê
Li Şehbayê merasîmên sersaxiyê
Li Şehbayê merasîmên sersaxiyê
Li Şehbayê merasîmên sersaxiyê
Li Şehbayê merasîmên sersaxiyê
22 kanûn, 2022   13:47
ŞEHBA

Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê, endamên sazî û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê li Kampa Serdemê ya li gundê Til Sosîn ê Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîd Canfeda Efrîn, Zînal Raco û Dilsoz Serhed re re xwest.

Gerîlayê HPG′ê Mihemed Elîko (Dilsoz Serhed) di 1′ê Hezîranê de li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû. Her wiha şervanên HRE′yê Ciwan Reşîd (Canfeda Efrîn) û Hemûdê Osman (Zînal Raco) di 20′ê Kanûnê de di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn.

Li qada kampê alên Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên her sê şehîdan hatin daliqandin.

Merasîma xiyabî ya şehîd Dilsoz Serhed dest pê kir û şêniyan sersaxî ji malbatên şehîd Canfeda Efrîn û Zînal Raco re xwest. Dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Îso sersaxiya malbatên şehîdan xwest.

Îso berxwedana şêniyên herêma Efrînê li hember dorpêça ku hikumeta Şamê ferz kiriye, pîroz kir û wiha got: "Em vîna xwe ji fikir û felsefeya rêber Ocalan digirin û em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşînê dewam bikin."

Piştre li ser navê Koordînasyona Kongra Star Emel Nebo axivî û wiha got: "Gelê me yê berxwedêr hewla jiyaneke birûmet û azad dike. Vîna me xurt e. Ji lew re bila dijimin bizane ku em ji wan natirsin û ew nikarin vîna me bişikînin."

Piştî axaftinan wesîqeyên her sê şehîdan ji hêla endama KPC-D’ê Rûken Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(fr)

ANHA