​​​​​​​Artêşa dagirker êrişî stasyona avê kir: 3 xebatkar birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker danê nîvro stasyona avê ya li gundê Şêxlera Jorîn a rojavayê kantona Kobanê hedef girt. Di êrişê de 3 xebatkarên li stasyonê dixebitîn birîndar bûn.

​​​​​​​Artêşa dagirker êrişî stasyona avê kir: 3 xebatkar birîndar bûn
22 kanûn, 2022   11:41
 KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker xebatkarên li stasyona avê ya gundê Şêxlera Jorîn a rojavayê Kobanê dixebitîn, hedef girtin.

Di encama êrişê de 3 xebatkarên Gerînendetiya Avê ya kantona Kobanê birîndar bûn, erebeyek hat rûxandin û zirarên madî di stasyonê de çêbûn.

Navên xebatkarên birîndar bûne wiha ne: Fadil Bazar (49), Bozan Şêx Nebî (48), Muslim Hemo (55).

Hat ragihandin ku birîndar rakirine nexweşxaneya Kobanê.

(cx)

ANHA