Yekitiya Mamosteyan a Efrînê: Divê UNICEF li dijî dorpêçê destwerdanê bike

Yekitiya Mamosteyan a Efrînê dorpêça li dijî şêniyên herêma Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne, şermezar kir û bang li rêxistinên têkildarî mafên mirovan û UNICEF’ê kir ku bi erkên xwe rabin û dorpêçê bi dawî bikin.

Yekitiya Mamosteyan a Efrînê: Divê UNICEF li dijî dorpêçê destwerdanê bike
22 kanûn, 2022   12:26
ŞEHBA

Bi dehan endamên Yekitiya Mamosteyan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a herêma Efrînê li qada Dibistana Şehîd Kendal a li gundê Til Qerahê ê navçeya Ehdasê ya Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji hêla endama yekitiyê Henan Osman û bi zimanê kurdî ji hêla endam Zîlan Şêx Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku zêdetirî 2 mehan e hikumeta Şamê li dijî kantona Şehbayê dorpêçeke tund pêk tîne, nahêle sotemenî, derman, xurdemenî û şîrê zarokan derbas bibe. Dê bi vê yekê karesateke mirovî rû bide. Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê li gel zivistanê zehmetiyan di dabînkirina pêdiviyên rojane de dikişînin, di heman demê de jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane dibistan û welatiyan topbaran dikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gel van rewşên aborî yên zehmet bi hatina zivistanê re Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê ji 4′ê Kanûnê ve ragihandibû ku dibistanê hatine girtin. Ji ber wesayîtên veguhastin û madeyên germkirinê tune ne. Di encamê de 72 dibistan hatin girtin û nêzî 15 hezar xwendekar bê perwerde mane.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de dorpêç şermezar kir û bang li rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan kir ku azarên debarê û êşên şêniyan bişopînin.

Her wiha yekitiyê bang li UNICEF’ê kir ku bi erka xwe ya parastina zarokan rabe û zextê li hikumeta Şamê bike ku dawiyê li vê dorpêçê bîne, da ku xwendekar vegerin dibistanên xwe.

Daxuyanî bi dirûşmên şermezarkirina dorpêçê û silavkirina berxwedana şêniyan bi dawî bû.

(fr)

ANHA