​​​​​​​Dîplomatekî çînî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Cîgirê nûnerê daîmî yê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî Geng Shuang êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got ev êriş serdestî û yekitiya xaka Sûriyê binpê dikin.

​​​​​​​Dîplomatekî çînî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
22 kanûn, 2022   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Xinhua ya Çînê, cîgirê nûnerê daîmî yê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geng Shuang di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY’yê ya têkildarî Sûriyê ye de bal kişand ser êrişên Îsraîlê û dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê û got: "Sûriye dewleteke xwedî serdestî ye, hincet çi dibe bila bibe, her operasyoneke leşkerî ya li ser xaka wê bêyî erêkirina hikumeta Sûriyê binpêkirina serdestî û yekitiya xaka wê ye."

Her wiha dîplomatê çînî banga bidawîkirina hebûna nerewa ya hêzên biyanî yên li Sûriyê kir.