Çalakiya parlamenterên HDP`ê li ber Wezareta Edaletê

Parlamenterên HDP'ê ji bo hevdîtin bi rêber Abdullah Ocalan re bê kirin, îro jî li ber Wezareta Edaletê ya Tirkiyê li hev kom bûn.

Çalakiya parlamenterên HDP`ê li ber Wezareta Edaletê
22 kanûn, 2022   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bê rakirin û tavilê hevdîtin pê re bê kirin, 21'ê Kanûnê li ber Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dest bi çalakiyê kir.

Çalakî bi dorvegerî pêk tê. Di roja duyemîn de parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Serpîl Kemalbay, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Nûran Îmîr, Abdûllah Koç, Şevîn Coşkûn û Erdal Aydemîr tev li çalakiyê bûn.

Parlamenteran pankartên "Bila hiqûq li Îmraliyê bi cih bê anîn", "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye", "Bes e ji şer û tecrîdê re" û "Bila parêzer biçin Îmraliyê" hildan.

Parlamenteran 21'ê Kanûnê bi armanca bidawîkirina tecrîdê û pêkhatina hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re, li ber Wezareta Edaletê dest bi çalakiya rûniştinê kiribû.

Çalakiya li pêşiya Wezareta Edaletê dê bê dem û bi dorveger dewam bike. Parlamenter dê her roj di saetên diyarkirî de li ber wezaretê bin.