​​​​​​​Rêveberiya Xweser 25’ê Kanûnê kir betlane

Rêveberiya Xweser bi boneya cejna Noelê roja yekşemê (25’ê Kanûnê) betlane ragihand.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser 25’ê Kanûnê kir betlane
22 kanûn, 2022   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameyek bi hejmara 16’an weşand.

Di biryarnameyê de wiha hat gotin:

1- Bi boneya cejna Noelê, roja yekşemê ku dikeve 25.12.2022`yan, hemû dezgehên giştî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin betlane.

2- Biryar ji bo dezgehên giştî ku pêwîstiya karê wan bi dewamkirinê heye, ne derbasdar e.

3- Biryar ji bo aliyên hatine bibîrxistin dikeve meriyetê.