Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
22 kanûn, 2022   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî ve hate kirin.

Parêzeran ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin ku nêzî 2 sal in nikarin agahiyê jê werbigirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve li Îmraliyê tecrîdkirî ye. Du salên dawî jî bi tu awayî agahî jê nayê wergirtin.

Parêzer hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Lê belê serlêdan jî bi rêk û pêk bêbersiv tê hiştin. Carna jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê li rêber Ocalan hatiye birîn û vî cezayî dikin hincet ji bo astengkirina hevdîtinê.