Metirsî hene ku yekane navenda tenduristiyê ji xizmetê derkeve

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir diyar kir ku bi berdewamkirina dorpêça hikûmeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re, dibe ku nexweşxaneya yekane ya li her du taxan di çend rojên pêş de ji xizmetê derkeve.

Metirsî hene ku yekane navenda tenduristiyê ji xizmetê derkeve
Metirsî hene ku yekane navenda tenduristiyê ji xizmetê derkeve
Metirsî hene ku yekane navenda tenduristiyê ji xizmetê derkeve
Metirsî hene ku yekane navenda tenduristiyê ji xizmetê derkeve
Metirsî hene ku yekane navenda tenduristiyê ji xizmetê derkeve
Metirsî hene ku yekane navenda tenduristiyê ji xizmetê derkeve
Metirsî hene ku yekane navenda tenduristiyê ji xizmetê derkeve
20 kanûn, 2022   05:55
HELEB-NISRÎN ŞÊXO

Dorpêça ku Firqeya 4`an a girêdayî hikûmeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye, bandor li nexweşxaneya yekane ya li her du taxan jî kiriye.

Ji ber nebûna kehrebeya giştî, 24 saetan bê rawestandin ji bo kehrebeyê bidin nexweşxaneyê jenerator tên xebitandin. Lê belê metirsî hene ku di çend rojên pêş de xebatê nexweşxaneyê bê rawestandin.

HERÎ ZÊDE 10 ROJ!

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir, Cegerxwîn Mihemed têkildarî mijarê diyar kir ku ji ber dorpêça Firqeya 4`an, sotmeniya li gel wan êdî diqede û herî zêde wê têra 10 rojan bike ku dibe di encamê de xebatê hemû beşên nexweşxaneyê bê rawestandin.

Tê zanîn ku nexweşiyên nefeskişandinê di zivistanê de zêdetir dibin, nexasim li gel pitik, zarok û temenmezinan. Di encama dorpêçê de, ji bilî dermanê bêhnçikbûnê tu derman ji bo wan nexweşan tune ne, oksejîna li nexweşaneyê jî têra hemû nexweşan nake.

ROJANE 40 KES NEXWEŞ DIBE, DERMAN JÎ TÊRÊ NAKE

Cegerxwîn Mihemed destnîşan kir ku rojane nêzî 40 nexweşên bêhnkişandinê berê xwe didin nexweşxaneyê, lê belê tûpên oksejînê êdî têrî hemû nexweşan nakin.

Mihemed bi bîr xist ku nexweşiyên mîna bronşît, rabû û hesasî di zivistanê de zêdetir dibin.

Mihemed anî ziman ku karê tenduristiyê karekî mirovî ye, lê dorpêça hikûmeta Şamê ferz kiriye karekî dijî mirovahiyê ye.

MIJARA MAN Û NEMANÊ YE

Mihemed anî ziman ku gelek cureyên dermanan li nexweşxaneyê nemane û ji bo bidestxistina tûpên gazê û dermanan gelek astengiyan dibînin.

Cîgerxwîn Mihemed rewşa ku tê re derbas dibin wekî “man an neman” bi nav kir û bang li rêxistinan û aliyên têkildar kir ku destwerdanê bikin û çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin.

JIYANA NEXWEŞAN DI XETERIYÊ DE YE

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir, Cegerxwîn Mihemed bal kişand ku sotemeniya heyî êdî diqede û wê tenê têra 10 rojên din bike, eger neyê peydakirin jî wê nexweşxane ji xizmetê derkeve.

Cegerxwîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Nexweşxaneya Xalid Fecir yekane navenda tendursitiyê ye ku xizmetan pêşkêşî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dike. Cihekî din ku nexweş berê xwe bidinê tune ye, jiyana pitik û zarokan û nexweşên bi nexweşiyên giran di xeteriyê de ye.”

ANHA