ʹBi berxwedanê em ê planên dagirkeriyê têk bininʹ

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bal kişand ser girîngiya berxwedan û parastina destkeftiyên şehîdan û gotin: "Bi berxwedanê em ê hemû planên dagirkeriyê têk bibin.ʹʹ

ʹBi berxwedanê em ê planên dagirkeriyê têk bininʹ
ʹBi berxwedanê em ê planên dagirkeriyê têk bininʹ
ʹBi berxwedanê em ê planên dagirkeriyê têk bininʹ
ʹBi berxwedanê em ê planên dagirkeriyê têk bininʹ
ʹBi berxwedanê em ê planên dagirkeriyê têk bininʹ
ʹBi berxwedanê em ê planên dagirkeriyê têk bininʹ
ʹBi berxwedanê em ê planên dagirkeriyê têk bininʹ
ʹBi berxwedanê em ê planên dagirkeriyê têk bininʹ
ʹBi berxwedanê em ê planên dagirkeriyê têk bininʹ
ʹBi berxwedanê em ê planên dagirkeriyê têk bininʹ
ʹBi berxwedanê em ê planên dagirkeriyê têk bininʹ
ʹBi berxwedanê em ê planên dagirkeriyê têk bininʹ
15 kanûn, 2022   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li hemberî êriş û siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

DIRBESIYÊ

Welatiyê bi navê Mehmûd Îso destnîşan kir ku aramanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan ew e ku tevahî pêkhateyên herêmê bi taybet Kurdan tune bike.

Mehmûd Îso piştgiriya xwe bi hêzên leşkerî yên parêzvanên herêmê re nîşan da û got: "Vebijêrka me berxwedan e. Em ê bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me bidin û li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bisekinin."

Welatiyê bi navê Fewaz Rebo bang li gelên herêmê kir ku xaka xwe biparêzin û li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin.

Welatiyê bi navê Xalid Fino da zanîn ku ew ê bi hemû rêbazan li ber xwe bidin heta ku tevahî planên dewleta Tirk a dagirker têk bibin û got: " Tevî êrişên dagirkeriyê yên li ser me, em li cih û warên xwe ne. Ev jî bi serê xwe berxwedan e. Ji bo pûçkirina hemû planên dewleta Tirk a dagirker û ji bo parastina ax û rûmeta xwe em ê bi her awayî li ber xwe bidin.ʹʹ

KOBANÊ

Welatiyê bi navê Osman Samî Emiyê bal kişand ser komkujiyên Osmaniyan ên li dijî Ermenan û got: "Dewleta Tirk a dagirker berê Ermen qir kir, îro dixwaze gelê Kurd ê ku li hemberî wê berxwendaneke mezin nîşan dide, tune bike. Divê hemû pêkhateyên Kurdistanê piştgiriya Kurdan bikinʹʹ.

Osman Samî Emiyê diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ne tenê tunekirina Kurdan e, lê belê armanca wê ew e ku her kesê ku li ser xaka Kurdistanê dijî tune bike.

Welatiya bi navê Rodîn Mihemed jî got :"Hovîtiya dijmin me natirsîne, lê belê dê hevgirtin û hêza me xurtir bike. Îro xwîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xendeqên rûmetê yên li dijî dewleta Tirk a dagirker de tev li hev bûye. Ewldanên herêmê soza dane ku dê heta dilopa dawî ya xwîna xwe herêmê biparêzin."

Welatiyê bi navê Mihemed Mehmûd piştgiriya xwe bi QSDʹê re anî ziman û got: "Em şerê hebûn û tunebûnê dikin. Divê em piştgiriya hêza QSD`ê bikin û em bi dil û rih bi wan re ne. "

Hevserokê komîna taxa Şehîd Kawa ya  bajarê Kobanê Elî Mistefa Elî got: ʹʹAramanca dewleta Tirk a dagirker diyar e ku me ji xaka me koçber bike û dagirkir bike. Heta dilopek xwîn di damarên me de hebe wê armancên wê pêk neyên.ʹʹ

Hevseroka komîna Şehîd Kawa, Cîhan Mistefa got: "Îro li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerekî taybet û dijwar tê kirin. Ev şer bi taybet bajarê berxwedanê Kobanê tê kirin. Ev bajar piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê bi saya yekitî û hevgirtina gelên herêmê navdariyeke mezin bi dest xistiye. ʹʹ

Cîhan Mistefa bal kişand ser berxwendana gel a li hemberî êrişên vê dawiyê yên dewleta Tirk a dagirker a dagirker û balafirên wê û diyar kir ku gel bi xaka xwe ve girêdayî ye û ev bi berxwedan serkeftineke mezin bû.

HESEKÊ

Welatiya bi navê Hemrîn Hisên diyar kir  ku pêkhateyên herêmê ji bo pêşîgirtina li ber hemû êrişên derve xeta berxwedanê ya ku xwe dispêre îdoelojiya rêber Abdullah Ocalan hilbijartine.

Welatiyê bi navê Xidir El Heycel bang li gelê herêmê kir ku yekitiya xwe ava bikin, ji plan û êrişan hişyar bin û got: " Em ê li ber xwe bidin û axa xwe biparêzin, em ê li dijî êrişên dagirkeriyê yê Tirk bisekinin."

Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî ya kantona Hesekê Îmad Teteryan destnîşan kir ku hemû pêkhate li hemberî êrişên domdarê ên dewleta Tirk a dagirker xwe li gorî berxwedanê bi rêxistin kirine.

Welatiyê bi navê Fadî Ceco anî ziman ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yekitiya xwe wê li hemberî hemû kesên ku gefan li ewlehiya herêmê dixwin, bisekinin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5XqJGrk3p0o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NWz5L-VHNLU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>