​​​​​​​Însiyatîfa Azadiya Ocalan a Erebî dê ji bo eşkerekirina rewşa rêber Ocalan zextê bike

Endamê Însiyatîfa Azadiya Ocalan a Erebî û analîzvanê siyasî yê ji Misirê Îlhamî El Milêcî bernameya însiyatîfê ya ji bo pêkanîna fişaran li ser saziyên berpirs ji bo eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan, eşkere kir.

​​​​​​​Însiyatîfa Azadiya Ocalan a Erebî dê ji bo eşkerekirina rewşa rêber Ocalan zextê bike
16 kanûn, 2022   00:53
QAHÎRE – MUHSIN EL MESRÎ

Ji Adara sala borî de desthilata Tirk rewşa rêber Abdullah Ocalan vedişêre ku ji dawiya salên 90’î li Îmraliyê dîl hatiye girtin.

Dewleta Tirk a dagirker li dijî rêber Ocalan kiryarên tund pêk tîne ku hevdîtina wî bi parêzer û malbatê re qedexe dike û tecrîda li ser wî girantir dike. Heta ku CPT’ê piştî serdana xwe ya dawîn bo Îmraliyê tu daxuyanî der barê rewşa rêber Ocalan de neda.

BI GUMAN E

Analîvanê siyasî yê ji Misirê û endamê Însiyatîfa Azadiya Ocalan a Erebî Îlham El Milêcî ji ajansa me re diyar kir ku bêdengiya CPT’ê ya der barê rewşa rêber Ocalan de bi guman e.

El Milêcî destnîşan kir ku li gor qanûnên mafên girtiyan ji mafê malbatan e ku bi awayekî asayî serdanê bikin da ku rewşa tenduristî û derûnî ya girtiyê xwe nas bikin.

ZEXTKIRINA LI TIRKIYÊ

El Milêcî wiha domand: “Ev rewş gelek metisîdar e û ji ber wê divê hemû aliyên berpirs ên mafên mirovan ji bo ku zextê li dewleta Tirk bikin, bikevin tevgerê û rê li ber serdanan vekin da ku rewşa rêber Abdullah Ocalan nas bikin.”

El Milêcî bang li hemû hêzên Kurdî û azadîxwazên cîhanê kir ku berê xwe bidin rêxistinên mirovî da ku zextê li desthilat Tirk bikin ku rê bide parêzer û malbata rêber Ocalan ku serdana wî bikin û rewşa wî bizanin.”

ÇALAKBÛNA ÎNSIYATÎFA AZADIYA OCALAN A EREBÎ

El Milêcî destnîşan kir ku Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Misirî û Erebî ji bo ku zextê li aliyên berpirs bike, bernameyek amade kiriye, ku pêşî daxuyaniyek ji bo raya giştî were dayîn ku tê de bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar, parlamenter, rojnamevan û akademîsyenên Ereb helwesta xwe ya li dijî tecrîda desthilatiya Tirk a li ser rêber Ocalan nîşan bidin.

Her wiha li gorî El Milêcî roja şemiya bê dê komcivîneke diyalogê bi navê “Ocalan: tecrîdeke tund, bêdengiyeke navneteweyî û bangên mirovî” ji aliyê însiyatîfê ve bê lidarxistin, ku dê gelek nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar  bi rêya bernameya Zoom’ê tê de beşdar bin û tê de 3 xalên sereke; sedemên tecrîda li ser rêber Ocalan, bêdengiya navneteweyî ya bi guman û têkbirina tecrîdê di aliyê qanûnî û mirovî de bên nirxandin.

El Milêcî da zanîn ku bêdengiya navneteweyî ya biguman li gor berjewendiyên rêjîma Tirk a dagirker e, ku ev yek jî durûtiya civata navneteweyî nîşan dide. Her wiha got qirêjiya siyasetên rêjîma Tirk a dagirker yên li dijî Kurdan bi giştî û rêber Ocalan bi taybetî xuya dike.

(mh)

ANHA