​​​​​​​ROJEVA NAVNEDA NÛÇEYAN A 16-12-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVNEDA NÛÇEYAN A 16-12-2022`YAN
15 kanûn, 2022   23:00

Bi dirûşma “Em hêviya avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xurttir bikin” Yekitiya Bijîşkên Diranan a Hesekê kongreya xwe ya duyemîn li hola TEV-DEM`ê li dar dixe saet di 11:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê kongreya xwe ya 8`emîn li navenda hevgirtinê ya li Qamişlo li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Însiyatîfa Azadiya Ocalan a Erebî û analîzvanê siyasî yê ji Misirê Îlhamî El Milêcî bernameya însiyatîfê ya ji bo pêkanîna fişaran li ser saziyên berpirs ji bo eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan, eşkere kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama Meclisa PYD’ê Zelal Ceger destnîşan kir ku tu cudahî di navbera siyaseta birçîkirinê ya hikumeta Şamê û siyaseta dagirkirina xaka Sûriyê ya dewleta Tirk a dagirker de tune ye, ji ber ku herdu alî ji bilî gelê Sûriyê zirarê nagihînin tu aliyan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bal kişand ser girîngiya berxwedan û parastina destkeftiyên şehîdan û gotin: "Bi berxwedanê em ê hemû planên dagirkeriyê têk bibin.ʹʹ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya herêma Efrînê Basim Osman hişyarî da ku heke dorpêça li ser herêmê û êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam bike dê karesatek di sektora çandiniyê de çêbibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA