​​​​​​​Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê panelek li dar xist

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê panelek bi navê “Çand û huner nasnameya me ye.. bila em nasnameya xwe ji windabûnê biparêzin” li parka Xwendinê ya taxa Xerbî ya Qamişlo li dar xist.

​​​​​​​Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê panelek li dar xist
15 kanûn, 2022   18:33
QAMIŞLO

Di panelê de bi dehan rewşenbîr, wêjevan û nivîskar beşdar bûn.

Di serî de endamê Meclisa Kantona Qamişlo Cemîl Ehmed li ser girîngiya çandê axivî û got ku ew beşek sereke ya şaristaniya mirovahiyê ye. Her wiha behsa hêmanên ku çandê diafirînin û pirsgirêkên civakî yên ku bandorê li çandê dikin bi taybetî kirîza Sûriyê, kir.

Cemîl destnîşan kir ku dema çand û nirxên civakî werin parastin dê civak ber bi pêşerojeke geştir ve biçe û hestên yekbûnê di nav civakê de peyda bibe.

Piştre hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê got: “Çand ji zaroktiya mirov dest pê dike, ji ber wê divê em çanda welatparêziyê di zarokên xwe de biçînin û bi rêya xwendina pirtûkan û perwerdeyê çandê di nav civakê de bidin rûniştandin.”

Her wiha, nivîskar Erîfe Bekir li ser çandên ku li Mezopotamyayê dijiyan û jiyana wan a hevbeş û girîngiya pêkanîna sîstema wê jiyanê axivî.

Nivîskar û zimannasê Kurd Diyar Botî têkildarî kevneşopiya gelan wiha axivî: “Pêşketina teknolojiyayê û bişaftina di nav çandên rojavayî de di vê dawiyê de hiştin hin kevneşopiyên xwedî girîngî di civakan de winda bibin.”

Di dawiya panelê de bang li rewşenbîran hat kirin ku hemleyên perwerdekirin û fêrkirina zarokan bi koordîneya Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê li dar bixin da ku çandên biyanî ji nav civaka me derxin û şerê taybet têk bibin.

(mh)

ANHA